Rêveberiya Beşar Esad her ku diçe di bikaranîna tundiya li hemberî muxalifan de berdewam dike. Rêveberiya Şamê niha di dorpêça Yekitiya Ereban de ye. Yekitiya Ereban ji rêveberiya Şamê xwestibû ku di nava du hefteyan de tankên xwe ji nava bajara bikişîne, dawî li tundiyê bîne û bi muxalîfan re bikeve nava diyalogê. Her wiha, yek ji daxwazên Komkarê ew bû ku yekînek a çavdêran a ji 500 kesî pêk tên bişînin Sûriyeyê.
Lê rêveberiya Esad xwe li hemberî pêkanîna planên Yekitiya Ereban giran kir, ji ber wê jî Yekitiyê ultîtomeke dawî da Sûriyeyê. Serokwezîrê Ereban ku li Qahîreya paytexta Misirê civiyan, Sûriyeyê hişyar kirin û diyar kirin ku divê Sûriye di nava 24 demjimêran de destûrê bide şanda çavdêran, an ne ew ê dest bi danekirinan bikin.
Tê payîn ku ger bersiveke nerênî ji rêveberiya Sûriyeyê were, wê li hemberî wê danekirinên aborî, ragirtina geştên hewayî û cemidandina sermayeya vî welatî, bêne destpêkirin.
Di demek ku çûnûhatina dîplomasî ya di navbera Yekitiya Ereban û Sûriyeyê de pir zêde ye de, muxalefeta Kurd jî li Qahîreyê biryareke girîng dan.
Di hevdîtina li Qahîreyê di navbera Melcîsa Neteweyî ya Kurdan û PYD’ê de pêk hat de hate diyarkirin ku wê di axaftina ku wê di Yekitiya Ereban de bê kirin de, bi awayeke xurt balê bikişînin ser daxwazên Kurdan. Herdu rêxistinan diyarkirin ku divê yekitiya Kurdan bê xurtkirin û ji bo bingeh girtina berjewendiyên Kurdan li hev kirin.
50 kuştî
Ji aliyekî din ve ji alî rewşa meydanî ve jî xwepêşandan û kuştin berdewam dikin. Li gorî çalakvanên mafê mirovan ên Sûriyeyê derdora 50 kesî di xwepêşandanên roja pêncşemê de hatine kuştin. Ji wan kuştiyan derdora 40 kesan ji wan leşkerin. Di encama şerê di navbera leşkerên artêşa Sûriyeyê û leşkerên veqetyayî de ev kuştin çêbûne. Wiha tê xuyakirin ku her diçe ev leşkerên veqetyayî bêtir bi hêz dibin û welat ber bi şerekî çekdarî ve dikşînin.
Helîkopterên Tirk
Helîkopterên tirk li ser gundên sînorê Suriyeyê yên li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê û Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dest bi keşfê kirin.
Li gorî agahiyan, vê sibê du helîkopter ji Çemê Saklan yê li Cizîrê ber bi sînorê Nisêbîn- Suriyeyê ve firiyan. Hat dîtin ku helîkopter bi ser gundên Dêrka Hemko yên nêzî gundên Andîwer û Katranê yên Nisêbînê de difirin. Tevgera helîkopteran li ser sînor didome.
ŞAM