Nanokiya di navbera Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û hêzên din ên hevparê hikûmeta Iraqê ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve jî nakokiyên di navbera Malikî û herêma Kurdistanê de berfireh dibin.
Li gorî hin gotegotan tê gotin ku Hevpeymaniya Niştimanî, Iraqiye û Hevpeymaniya Kurdistanî de heye, armanca wê kişandina baweriyê ji Malikî û berbijarkirin kesekî din e, tekez jî kirin ku bextê serokê Kongreya Niştimanî Ehmed Çelebî ji hemûyan bêtir e ji bo wergirtina posta Malikî, di demekê de serokê Hevpeymaniya Niştimanî Îbrahîm Ceferî ev nûçe red kirin û diyar kir ku “hewldanek in ji bo nêçîrkirina di ava şêlû de.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber binpêkirina bendên destûrê û derengxistina 18 xalên Hevpeymaniya Kurdistanî, çend caran gefa ragihandina dewleta serbixwe kir, ku ev yek jî ji çend aliyan ve bû sedemê derketina reaksyonan.Her wiha di heman derbarê de lîderê şîî Muqteda Sedir jî nerazîbûna xwe ji helwestên Malikî anî ziman û gotibû ku ew wekî dîktatorekî dixwaze her tiştî bixe bin destê xwe. Lewre jî ev nakokiyên ku li Iraqê derketine holê riya aloziyeke mezin ne tenê di nava hêzên Iraqê de lê rê dide hêzên herêmî jî ên wekî Îran û Tirkiyeyê ku her yek ji wan dixwaze hêzekê ji van hêzên ber bi xwe ve bikşîne.
HEWLÊR