Piştî ku roja duşeme, komîteya kar ya bilind navbera wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdstanê û wezareta berevanî ya hikûmeta Iraqê li ser rewşa navçeyên veqetyayî civiyan, her du alî di yekem civîna xwe de li ser aramkirina rewşaê lihevkirin.
Di vê derbarê de emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wezîrê pêşmergeyan Cebar Yawer bi daxuyaniyekê amaje bi vê yekê kir û got: Wek gava yekem her alî li ser aramkirina rewşa heyî rêkeft in.
Di daxuyaniyê de hatiye: Rawestandina anîna yekîne û hêzên çekdarî yê her du aliyan bo navçeyê û ji bilî ew hêzên ku pêştir li navçeyê bûn, vekêşana ew yekîne û hêzên piştî 16/11/2012`e ku ji aliyê her du aliyan ve hatine şandin, bi mîkanîzmekî guncav.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye aşkira kirin ku roja sêşemê demjimêr 11 civîneke din di nabera her du aliyan de encamp dide bo goftûgokirina bo gihîştina encamên dawî yê vê rêkeftinê.
Li Kerkûkê teqîn
Li bajarê Kerkûkê di encama 2 teqîna 2 wesayitên bombebarkirî de 3 kurd hatin kuştin. Her wiha li 6 deverên din j îli dijî polîs û artêşê teqînên cuda pêk hatin. Li gorî agahiyên ewlekariya Kerkûkê 2 wesayitên bombebarkirî li Kerkûkê hatine teqandin yek ji wan li ber avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK’ê hate teqandin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Her wiha wesayita din j îli taxeke kurdan hate teqandin û di encamê de endamekî ewlekariyê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de 2 êrîşên cuda li dijî polîs û leşkeran pêk hatine. Wekî tê zanîn bajarê Kerkûkê yek ji bajarên ku herî zêde şer li ser desthilatdariya wê tê kirin û di navbera hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê de cihê nakokiya herî mezine.
BEXDA/KERKÛK