Li ber Zanîngeha Qahîreyê di navbera ciwanên alîgirên Serokomarê Misrê Muhammed Mursî û komên muxalif de pevçûnan rû da û li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê 16 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzî 200 kes jîbirîndar bûne. Li gorî Wezareta Tenduristiyê jî di pevçûnan de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û wezaretê der barê birîndaran de agahî neda.
Tê gotin ku pevçûnên di navbera koman de berdewam dikin.
Birayên Misilman ku hewildan Serokomar Mursî welat bi bîrdoziya olî birêve bibe, her ku diçe polîtîkayên ber bi otorîterbûnê ve diçe, gel dîsan rakir serhildanê.
Gelê Misrê ê ku Husnî Mubarek ji text xist, dixwazin Mursî jî biçe. Roja Yekşemê li gorî çavkaniyên leşkerî, 14 milyon kes daketin qadan, xwest biçin hilbijartina serok komariyê.
Ber bi hilweşînê ve
Hikûmeta ku di bin desthilatiya Birayên Misliman de hate avakirin nikaribû û dest bi rêbazên bihêzkirina desthilatdariya xwe kiribû nikaribû demeke dirêj berdewam bike. Ji destpêka vê hikûmeta bi serokatiya Muhemed Mursî de hat xwestin ku hin qanûnên di destûra bingehîn de bên guhertin û ev yek ji alî muxalefetê de wekî bihêzkirina desthilatiya xwe û çûna ber bi rejîmeke dîktator û serdest de hat nirxandin.
Lewre jî pêl bi pêl dijberên vê desthilatiyê zêde bûn û muxalefeta ku di gelek waran de nakokî di navbera wan de hebû li ser dijberiya Mursî hatin ba hev û bi milyonan gel jî piştgirî da van xwepêşandanên ku navê şoreşa duyemîn lê tê kirin.
Di encama serhildana nû ya gelê Misrê de serokwezîr û 4 wezîrên din ên hikûmeta Misrê istîfa kirine.
Destwerdana leşkeran
Jı aliyekî din artêşa Misrê 48 seat dem dabûn aliyên siyasî ku vê aloziyê çareser bikin û ev yek ji alî gelek aliyan ve wekî siyala destwerdana leşkerî an jî derbeya leşkerî hatibû nirxandin.
Li gorî rojnameya Ehram a Misrê hêzên çekdarî bo çareserkirina aloziya siyasî li welêt dê nexşerêyeke nû raghîne û encûmenek serokatî ji 3 endaman pê tê bê avakirin û di bin serokatiya serokê dadgeha bilind de be.
Rojnameyê aşkera kiriye ku di nava nexşerêyê de rakirina destûrê heye û wê hin pisporên taybet bo danîna destureke nû ku daxwazên gel bi cî bîne werin wezîfedarkirin.
Rojnameyê daye zanîn ku nexşerê avakirina hikûmetekî demkî bê ku ser bi tu aliyan be û bi serokayetiya serfermandarekî leşkerî di dema demkî digire nav xwe.
Li gor rojnameya Ehramê hêzên çekdarî yên Misrê wê serpereştiya rêveberiya welat ji 9 mehan ta salekê bikin û ewê dadgehên şoreşê ji ew kesên hana tundûtîjiyê dane re bikin.
QAHÎRE