Di van herdu civînan de ya li Tehranê bi serkêşiya Îran êtê lidarxistin û li riyeke diyaloga di navbera hikûmet û muxalefetê tê gerîn ya din jî welatên ku bi piştgirî û alîkariya muxalefeta çekdar tên naskirin û li rêbazên nû ji boş erê rejîma Esad û alîkariya bêtir a Muxalefetê tên ba hev.
Bi gotineke din mirov dikare bêje ku 2 cebheyên cuda ên cîhanî hene. Eniya ku dixwaze diyalogê bi rejîmê re dest pê bike û tundî were raswestandin , enniya din jî dixwaze alîkariya ji bo muxalefeta çekdar zêde bike rejîma Esad hilweşîne û li şûna wê rejîmeke alîgirê xwe ava bike.
Niha mijara sereke di civîna Konseya Neteweyên Yekbûyî de mijara penaber û koçberên ku ji ber şerên dijwar welatê xwe terk dikin û berê xwe didin welatên cîran. Lê ji al gelek derdorên siyasî ve ev mijar wekî behaneyekê ye û armanca sereke ji vê civînê goftûgoyên derbarê avakirina herêmeke tampon e û bihêzkirin muxalefeta çekdar e. Di heman demê ev wekî bersivekê ye ji hin welatên ku dixwazin diyalog di navbera rejîm û muxalefetê de dest pê bike û hewldana têkbirina wê hewldanê ye.
Daxuyaniyên Esad
Serokdewletê Sûriye Beşar Esad jî di hevpeyvîneke xwe de bal kişand ser şer êli Sûriyeyê dibe û wiha got: Ev ne şerê dewletê û muxalefetê ye, ev şer ji alî hêzên navneteweyî û herêmî tê meşandin. Esad bal kişand ser rola Tirkiyeyê jî di vî şerî de û wiha got: Tirkiye yek ji berpirsiyarên sereke ya wê xwîna ku li Sûriyeyê dirije ye. Li gorî Esad Tirkiye bi piştgirî û pereyên Qeter û Siûdiyê yên ku çekdaran bi pereyan kirê dikin derbasî axa me dike û wan perwerde jî dike.
Esad li ser herêma tampon jî got ku ew tiştekî nayê qebûlkirin û heta alîkarên v îşerê li dijî Sûriyeyê jî ne bi avakirina herêmekê wiha ne. Esad wiha berdewam kir heke mesele bibe mijara serweriya Sûriyeyê wê gavê em destûrê ne ji dostan ne jî ji dijminanan dixwazin da ku em axa biparêzin.
Esad got ku welatê wî di şerekî mezin ê herêmî re derbas dibe û artêşa wan di şer de gelek gavên girîng avêtine lê mesele dem jê re divê ji bo bi carekê em kaniya wê terorê ya ji alî hêzên navneteweyî ve tê destekirin ziwa bikin.
Derbarê kesên ku ji rejîmê jî veqetyane Esad wiha got: Ew kesên ku veqetyane an jî reviyane an pereyên mezin ji wan re hatine teklfkirin û xwe firotine ew jî kesên xwefiroşin an jî hatine tirsandin û çûne ew jî tirsonekin an jî dilê wan di radeyên mezin ên dewletê de hebûne û bidest nexistine. Li gorî Esad ew kesên veqetyane an tirsonek an jî xwefiroşin û biç ûna xwan ev welatên bêhêz nabe lê ev welat bêtir paqij dibe.
Muxalefeta hûndirîn
Ji aliyekî din ve piştî ku cîgirê serokdewletê Sûriyeyê Farûq el Şeri demeke dirêj winda bû, derkete pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyek da. Farûq el şeri da xuyakirin kut iştê herî lezgîn ew e ku hemû alî dengê çekan bibirin û paşê jî dest bi diyalogeke netewî were kirin ku hemû aliyên muxalefetê tevli vê diyalogê bibin. Farûq el Şeri da xuyakirin ku divê hemû alî bê şert û merc li dora maseya diyalogê rûnin û dest bi lihevhatineke netewî bikin. El Şeri di hevdîtina xwe ya bi rojnameya el Weten de gotiye ku pêwîste her kes xwedî li plana nû ya nûnerê Neteweyê Yekbûyî xwedî derkevin û zemîna ji bo diyalogê bê amadekirin.
Ji aliyekî din ve zêdeyî 20 rêxistin û partiyên siyasî Nasirî, Çepgir, Kurd û Islamî banga kongreyeke netewî ya li hundirê Sûriyeyê kirin . li gorî vê bangê dê kongreyeke neteweyî di 12 Îlonê de li Sûriyeyê were lidarxistin. Li gorî bangê dê ev kongre bi dirûşmeya ‘ Ji bo guhertina demokratîk û parastina yekitiya welat û serweriya wî’ tê lidarxistin.
TEHRAN/ŞAM