Desteya giştî ya Şoreşa Sûriyeyê ragihand ku ev sê roj in li seranserî Sûriyeyê herî kêm 13 kes ji aliyê alîgirên rejîma Esad ve hatin kuştin. Herwiha artêşa Sûriyeyê êrîş bireye ser bajarê Îdlibê û li bajarê Hûmsê jî 5 kes bi guleyên hêzên ewlekariyê di xwepêşandanên li dijî rejîmê de hatin kuştin. Li bajarê Îdlibê di êrîşên artêşê de 4 kes hatin kuştin, di heman demê de artêşê bi çekên giran êrîşî bajarokê Maret Nûman û gundê Xetab yê li Hemayê kirin û kesek li wir jî hate kuştin.

Helwesta Yekîtiyêa Ereb 
Sekreteriya Yekitiya Dewletên Ereb pêr di daxuyaniyekê de pêşniyar û guhertinên ku Hikûmeta Sûriyeyê xistibûn protokola çavdêrên ereb red kiribû. Di daxuyaniyê de aşkera kiribû ku guhertinên Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze naveroka protokolê û berê karê çavdêran diguhere ku armanc ji wî karî parastina welatiyên sivîl e. Hikûmeta Sûriyeyê daxwaza guhertina 18 xalan di protokola şandina çavêdêrên ereb kiribû û di nav wan de hêjmara çavdêran ji 500 kes bê kêmkirin bo 40 kesî û CV yê hemû çavdêran bo Hikûmetê bên aşkerakirin. Divê çavdêr serederiyê bi gel re nekin û karê wan di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de bê kirin. Daxuyaniya dewletên ereb dîsa tekez kir ku divê di cih de karê şîdet û kuştina welatiyên sivîl raweste, hêvî û daxwazên gelê Sûriyeyê bînin cih.
Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, li Sûriyeyê aloziya rêvebirina jiyanê heye. Li bajarê Hûmsê ji 20 rojan de elektrîk li hinek bajaran nîn e. Bi giştî li hemû Sûriyeyê elektrîk bi berdewamî tê qutkirin û bêtirî 2 hefteyan de aloziya sotemeniyê derketiye. Ne mazot, ne dîzel û ne jî gaz tê dîtin. Gelê Sûriyeyê jî rejîmê sûcdar dike ku ew  hemû karînên dewletê di êrîşên hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşandan xerc dike. Li aliyê din jî hemû aliyên opozisyona Sûriyeyê (Kurd jî di nav de) li paytexta Misrê Qahîreyê li hev kom bûn, li ser yekxistin û yekrêziya di navbera wan de danûstandin hatin kirin.

4500 mirov hatine kuştin 

 Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Parlamentoya Yekitiya Ewropayê ve li Brukselê hatine belav kirin, ji 4 hezar û 500 kesên hatine kuştin, 282 zarok in û 197 jî jin in. Lê yên heta niha ne diyar, hêjmara wan digihe 40 hezar kesî, kesên hatine girtin û niha di girtîgehan de nêzî 50 hezar kesan in. Herwiha li gorî rapora Yekitiya Ewropayê, heta meha borî zêdetirî 9 hezar leşker û efser ji artêşa Sûriyeyê veqetiyane û di bin navê ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’ de li dijî Esad xwe bi çek kiirne ku pirî wan çekan di ser Tirkiyeyê de digihîje wan.

ŞAM