Piştî Kantona Efrînê li Kantona Cizîrê jî Zanîngeha Rojava hat ava kirin. Zanîngeha Rojava 21’ê Adara 2016’an bi awayekî fermî bi 400 xwendekaran û 80 mamosteyan dest bi perwerdeya xwe kir. Endamên koordînasyonê, hevserokatî û mamosteyên zanîngehê li ser armanc, pergal û avakirina zanîngehê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîn.

Di destpêkê de endama Koordînasyona Komîteya Perwerdeyê ya Civakî a Demokratîk (KPCD) Rojda Firat der barê avakirin, pergal û armanca Zanîngeha Rojava de agahiyên berfireh bi me re parve kirin. 

Nabe dagirkerî civakê perwerde bike

Firat bal kişand ser sedema vekirina zanîngehê û wiha axivî; “Zanîngeh li ser esasê, pewîstiya Rojava bi zanîngehê heye, hat ava kirin. Akademî jî hene, lê pêwîstî bi zanîngehê heye. Heta niha xwendekar di bin pergala BAAS´ê te perwerde dibûn, niha di avakirina şoreşê de pergala xwe ya perwerdeyê dide avakirin. Weke ku Rêber Apo jî dibêje; ‘nabe ku ti carî civakek perwerdeya xwe ji dagirkeriyê re bihêle’. Heya niha derfeteke Kurdan wisa tine bû. Bi hezar salan e ku xeyaleke me ya wiha hebu ku zanîngeheke me bi xwe hebe. Ev zanîngeh hinekî jî li ser pêwîstiyên lezgîn hat avakirin. Niha li Rojava li dibistanên seretayî, ders bi Kurdî tên dayîn, sala bê wê li dibistana navîn û lîseyê jî ev ders bên dayîn û piştre jixwe zanîngeh tê. Niha di vir de tenê mijar ne zanîngeh e. Ya ku tê esas girtin avakirina pergala şoreşa Rojava û dan avakirina vê pergalê jî li gorî pergala demokratîk e. Ev di dibistana seretayî de dest pê kir û heya zanîngehê pêwîst e bigihêjê pergalekê. Ev zanîngeh alternatîf e, li hember sîstema dewlet û dagirkeriyê.

Li ser vê perspektîfê, me bi awayekî fermî 21’ê Adarê Zanîngeha Rojava vekir. Lê bingehê vê zanîngehê ev du sal bûn di bingeha akademiya Mezopotamyayê hat amadekirin. Jixwe, Akademiya Mezopotamya ji bo danîna hîmê zanîngehê hat amadekirin. Despêkê beşên dîrok, sosyolojî û siyaseta demokratîk hatin avakirin. Ji ber vê jî zanîngeh li ser tecrûbeya Akademiya Mezopotamya hat avakirin.”

Ji bo civakê perwerdekirina nifşên siberojê

Rojda Firat di dewama axaftina xwe de li ser pergal û meşandina zanîngehê axivî û got, “Zanîngeh wek 5 fakulteyan hat sazkirin. Fakulteya petrol, petro-kîmya, zîraet, wêje û perwerde. Petrol, petro-kîmya niha wek yek beşê tê meşandin. Lê sala bê ev beş wê ji hev cûda bibin. Piştî ku akademî vê dewreya xwe biqedîne, bêşên dîrok, sosyolojî jî wê bên vekirin. Dîsa amadekariyên fakulteya huner jî tên kirin. Wê di demên pêş de fakulteyên tib, siyaseta demokratîk û hiqûqê jî bên vekirin. Di vir de armanc ew e ku nifşên nû li ser bingeha pêkanîna pêwîstiyên civakê, bên perwerdekirin. Niha di zanîngeha me ezmûn nîne, sîstema notan tine, xwendekar li gorî tevlîbûn û sekna xwe ya jiyanê tên nirxandin. Her mamoste li hember xwendekaran berpirsiyar e, dîsa her mamoste dikare di nava refan de pirsan ji xwendekarên xwe bike û li gorî vê jî asta zanebûn û fêhmkirina xwendekaran derxîne holê. 

Rojava di cihekî de jî cihê petrolê ye. Ev kesên ku li vir perwerde dibin wê demên pêş bibin muhendîs. Dîsa ziraet li Rojava pirr li pêş e û axa wê jî ji bo vê dewlemend e. Bi kurt û kurmancî kesên ku ji van fakulteyan mezûn bibin wê di civakê de ji pirsgirêkên civakê re bibin çareserî.” 

Li zanîngehê yeksaniya jin û mêran misogerkirî ye

Rojda Firat dide zanîn ku pergala zanîngehê li ser hîmê hevserokatiyê hatiye danîn û wiha dewam dike: “Li herî jor hevserok hene. Dîsa her fakulte hevserokatiya xwe heye. Di her fakulteyê de 2 hevserok, 3 cîgir û 2 jî xwendekar cih digirin. Bi vê şêwazê rêveberî ji 7 kesan pêk tê. Meclîsa zanîngehê heye. Her hefteyê ev meclîs tekmîla xwe digire. Koordînasyona meclîsê heftê carekî û heyvê carekî jî giştî meclîs tên gel hev.”

Guhertina zêhniyetê esas e

Endamê Rêveberiya Fakulteya Perwerdeyê Sîpan Çeto jî li ser fakulteya perwerdeyê axivî û diyar kir ku ya herî zêde ew di vê perwerdeyê de ji bo xwe esas digirin guhertina zêhniyetê ye. 

Çeto got, “Fakulteya perwerdeyê ji 7 beşan pêk tê. Şaxên wê yên zanistî û wêjeyî hene. Di beşên zanistî de fîzîk, kîmya, bîrkarî, û zanyarî, di beşa wêjeyî de mamosteyên refê, erdnîgarî û dîrokê hene. Ji dîrokê heta beşên civaka polîtîk û exlaqî perwerde bûn, vekirina di serî de çavên wijdanê xwe û yê civakê vekirin, li ser vê bingehê jî di civakê de bûyîna xwedî feraseteke ku di hemû waran de berjewendiyên civakê li ber çavan digire, esas e. 

Xwendina bê ezmûn û bê not

Niha me bi xwe li dibistanên dewletê xwend. Min beşa dîrokê xwend. Lê niha dema ez lê dinêrim ku ewqas şaş û dîrokeke berevajî li wan dibistanan tê fêrkirin. Dewletê li dibistanan zanist kiriye tiştekî wek pêşbirkê. Tu dixwînî û tenê armanca te qedandina dibistanê ye. Em di perwerdeya xwe de li hember vê ferasetê pergaleke alternatîf didin meşandin. Ezmûn li fakulteya me nîne. Tevlîbûna xwendekar, helwêsta wê/wî ya beramberî zanîngehê û asta fêmkirina wî di tevgera wî ya jiyanê de tê şopandin û li gorî wê, ew xwendekar tê nirxandin. Dîsa însiyatîfa mamoste heye ku di dersê de pirsan bike û karê malê û dewran bide xwendekaran.”  

Fakulte pisporan digihînin

Berpirsiyar û mamosteyê fakulteya beşa çandîniyê Elî Dewrêş li ser fakulteya çandîniyê axivî û diyar kir ku ew di van fakulteyan de hewl didin ku ji bo pêwîstiyên civakê kesên pispor bigihînin û got; “Di beşa çandîniyê de 80 xwendekar û 10 mamoste hene. Hemû mamosteyên me jî di beşên xwe de pispor in. Niha zîraet di civakê de bingeha aboriyê ye. Em jî li gorî vê tevdigerin. 10 beşên ziraetê hene. Beşa sewalan, beşa ax û avê, beşa daran, beşa parastina şînkayî û hwd. Di fakulteya çandîniyê de jî ezmûn nîne, em fêmkirinê esas digirin.”

Bingeha jiyanê tê amadekirin

Hevserok û mamosteyê fakulteya ziman û wêjeyê Bedran Penaber jî der barê fakulteya wêje de agahî dan û wiha axivî; “Fakulteya wêje niha wek yek beşê kar dike. Em du salan perwerde dikin û ev perwerde jî rojê 6 saet in. 8 maddeyên me hene: wêjeya Kurdî, wêjeya klasîk, wêjeya giştî, dîroka wêje, werger, Erebî, kompûter, rêziman, neteweya demokratîk. Ev konaxa yekem e. Konaxa duyem jî wê bê guhertin. Di pergala me de jî ezmûn nîne. Rojane semîner, raporên xwendekaran, nêzîkatiyên wan beramberî zanîngehê em weke ezmûn dihesibînin. Me xwendekar li gorî asta wan ya Kurdî girtine. Dîsa sînorê temen li gel me nîne. Ev ji bo xwendekaran jî, ji bo mamosteyan jî lê ye. Îsal ji ber ku sala yekem e, li gorî pêwîstiyê me xwendekar qebûl kirin. Sala bê ew mamosteyên ku miracaet kirine jî wê bên dersê xwe bidin. 

Ya esasî, ev kesên ku derdikevin kesên pispor in û wê di gelek karan de cihê xwe bigirin. Dîsa di wêjeya me de dersên dîrokê, civaknasiyê, neteweya demokratîk hene, hişmendiya me ya jiyanê di vê fakulteyê de tê hûnandin. Yên ku vê fakulteyê biqedîne wê karibe bi giştî ji karê civakê re bibe bersiv. Çi wezaret, çi mamostetî û hwd. di gelek karan de dikare cih bigire.”


HÎVDA HEBÛN / ANF / QAMIŞLO