Li Kurdistanê û temamê Îranê, boykot di hilbijartinê de bi ser ket. Vê peyameke zelal da rejîmê: Tevî çerxa wê ya mezin a propagandayê jî pirraniya xelkê û nexasim jî Kurdan bi boykotkirina pêvajoyê, ji rejîmê re got, NA.
Bi ya min banga boykotê û hizirîna li hevkariyê û parvekirina têkoşînekê wê bibin gavên baş ji bo avakirina alternatîfeke xurt ji kaos û krîzên rejîmê yên heyî re. Her wiha fikirîna li guhertina bi rastî divê li pêş be.
REWŞAN DENÎZLi Îranê hilbijartina parlamenê bi beşdariyeke kêm a ji sedî 42 xelkê 21´ê Sibatê îşareteke muhim ên nav siyaseta Îranê dan. Diyar bû ku xelkê boykot kirî di hilbijartinê de bi ser ket. Yanî wan nîşan da ku ti baweriya wan bi rejîmê nemaye. Me maneya hilbijartinê ji bo rejîmê û encamên boykotê ji akademîsyen Dr. Seevan Saeed pirsî. Seevan Saeed ê ku doçent e li Dibistana Dîrok û Şaristaniyê ya Zanîngeha navdar a Çînê, Shaanxi Normal University dibêje, 80 ji sedê xelkê Îranê êdî ji rejîmê bi temamî qut bûye û rejîm êdî ne xwedî wê şiyanê ye ku karibe li guherînê û reformê bifikire jî. Li gorî wê hatina cem hev a aliyên Kurd ji bo têkoşîneke hevpar ji bo avakirina alternatîfeke xurt li dijî kaos û krîzên rejîmê gaveke erênî ye û pêşniyaz dike ku avakirina vê alternatîfa xurt divê li pêş bê girtin û ne hêviya muzakereyên bi rejîmê re.
Maneya encamên hilbijartina parlamenê ji bo rejîmê çi ye û tesîra vê li ser rewabûna rejîmê wê hebe gelo?
Em dikarin rejîma Îranê weke yeka otorîter bi nav bikin. Ji ber wê jî fikrên hilbijartin û kirinên demokratîk ne cidî ne, û xwe nasipêrin ti hîmê exlaqî. Ya ku li Îranê em dibînin ew e ku rejîm xwe rewa nîşanî rejîmîn din ên weke xwe otorîter dide. Ji vê û wê de jixwe, beriya namzet bikevin hilbijartinê, ew tên filtrekirin, yanî armanc ew e ku kesekî ne dilsozê rejîmê nikaribe xwe bigihîne parlamenê. Bi ser de jî, hilbijartin ji bo çend endamên bêhêz ên parlamenê ye yên ku wê nikaribin pirsekê jî bikin li ser lîderê rûhanî yê rejîmê. Yanê Elî Xameney û tîma wî, artêş, rêxistinên îstîxbaratê û ewlekariya rejîmê ji wan parastî ne.
Ez dikarim hema welê bibêjim, beriya û piştî hilbijartinê di warê rewabûna parlamenê, hikûmet û organên dewletê de ti cihêtî nîne. Herçî parlamen e, jixwe ev yek bû sedema boykoteke pirr mezin a miletên Îranê û di nava wan de Kurd û hindikahiyên din jî hene.
Gelo tevgera boykotê li Kurdistanê berfirehtir bû?
Li herêmên ku em weke Kurdistanê dibînin, ne tenê Kurd hene. Weke Urmiyeyê li wir gelek Azarî jî hene. Ez dikarim bibêjim, tevî ku boykot pirr belav jî bû, li gorî hindikahiyên din ên weke Azerî û Tirk ên li Kurdistanê, Kurdan boykoteke pirr mezintir kir. Du sedemên vê yekê hene: ya yekê ew e ku pirraniya Kurdan gelekî aciz in ji rejîmê û wê weke dijminê xwe dibînin. Ya diduyê jî namzetên Kurd ên ku hema gumaneke piçûk a dilsoznebûna bi rejîmê re li ser wan hebû, hatibûn dîskuwalîfiyekirin. Ji ber wê, li Kurdistanê û temamê Îranê, boykot di hilbijartinê de bi ser ket. Vê peyameke zelal da rejîmê: tevî çerxa wê ya mezin a propagandayê jî pirraniya xelkê û nexasim jî Kurdan bi boykotkirina pêvajoyê, ji rejîmê re got, NA.
Gelo ti îhtîmala guherîn yan jî nermbûna rejîmê ber bi demokratîkbûnê ve wê hebe, cenabê te çi difikire?
Bi ya min, ji ber krîzên bingehî yên di cewherê rejîmê de, gendeliya zêde ya xwe berdayî her parçeyê sîstemê, ji ber pirsgirêkên pirralî yên di navbera hizban û rejîmê de, rejîm ne xwedî wê şiyanê ye ku karibe li guherînê yan jî reformekê bifikire jî.
Vê rejîmê esas bawerî û kapasîteya xwe ya reform û guherînê ji dest daye. Wê têkiliya xwe ya bi pirraniya xelkê re jî ji dest daye. Ez dikarim hema welê bibêjim, herî kêm 80 ji sedê milet ji ajandaya rejîmê hatine qutkirin. 20 ji sedê mayî personelê rejîmê ne û ew ên ku rejîmê ew kirê kirine da ku kaos û krîzên li welêt bi rê ve bibin. Yekane xurtiya vê rejîma ku êdî lingên wê direelin û dilerizin, nebûna alternatîfeke li dijî rejîmê ya bi rastî ye.
Herçî aliyên Kurd in, wê siyaseta wan piştî van encaman û boykotê, çi be? Gelo ew ê bi hev re siyaseteke hevpar karibin bi pêş bixin?
Min got, ji ber nebûna alternatîfê rejîm hîna jî li ser xwe ye. Ya rastî li temamê Îranê, hêrseke mezin heye, û ji ber wê amadekariyeke ji bo guherîneke radîkal jî heye ji ber gelek pirsgirêkên esasî. Lê belê, li temamê Îran û Kurdistanê hêzeke lawaz a rêxistinkirî heye. Û ew têra xwe wêrek nîne ku xwe bide ber berpirsiyariya destpêkirina guherîneke bi rastî.
Partiyên Kurd bang li xelkê kir da ku hilbijartinê boykot bikin. Pirraniya xelkê boykot kir, partiyên Kurd jî ji encamê razî ne, lê belê, ez jê piştrast im ku sedema boykotê hizreke li ser hêrsa berhevkirî, hêvînemana xelkê ji rejîmê ye. Dîsa jî, biya min banga boykotê û hizirîna li hevkariyê û parvekirina têkoşînekê wê bibin gavên baş ji bo avakirina alternatîfeke xurt ji kaos û krîzên rejîmê yên heyî re. Her wiha fikirîna li guhertina bi rastî divê li pêş be li şûna ku hêvî bê çêkirin ku bi rejîma Îranê re mirov dikare muzakereyan bike.