Çalakiya bîranînê di  saet 14:00'an de  li Meydana Dêr a Spî ya li navnîşana "Unioninkatu 29 - Helsinki" dest pê dike.
Di daxuyaniya ku partiyên Kurd dabû de wiha tê gotin: “Wek tê zanîn 9’ê Gulanê salwegera şehîd Ferzad Kemanger û hevalên wê yên têkoşer û fîdakare kû di wê rojê de 4 şoreşger, 4 hevalên berxwedanvan û azadîxwaz, 4 zarokên welatê rojê şehîd bûn. Şehadeta wan hevalan nîşanî dijminan da kû êdî teslîmiyet û bindestî qebul nakin û ji bo wan mirina bi şeref ji jiyana koletiyê birumettire.Her sal di wê dalwegerêde gelê Kurd ew nîşanê dijmin daye kû ji mirin natirsin û ji mirin û fîdakariyê jiynek nû diafirînin û her çi qasî dijmin zext û zorî zêde bike, gelê me jî yekgirtîtir û bihêztir dibe.Her wiha em dizanin kû a niha di zîndanên Komara Dîktatora Îranê û Rejîma faşîstiya AKP’ê de bi hezaran kes bin îşkencê de ne û çend ciwanên din yên Kurd di tehlîkeya darvekirinê de ne.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji ber wê esasê jî ew 9’ê Gulanê ya îsal bikin roja dijî girtin û îşkenceya çalakvanên siyasî û azadîxwazan û wiha gotin: “Em darvekirina siyasetmedarên Kurd şermezar bikin û bi yek dengê û yek helwestê em bêjin êdî bese bo darvekirinan. Êdî bese bo binçavkirina siyasetmedaran û mafxwazan, êdî bese bo bêdeng kirina dengê Azadiyê û banga serbestiya Kurd û Kurdistan.”
Hate diyar kirin ku sazî û partiyên Kurd birayar dane ku bi hevre li hember zilm û zoredestiya dijminên Azadî û Azadîxwazan bi yek dengê salvegera şehadeta şehîd Ferzad û hevalên wê şermezar bikin û dengê xwe bigehînin cîhanê û saziyên mafên mirovan ku li hember darvekirina ciwanên Kurd bêdeng nemînin û helwestek mirovdostane bidin xuya kirin.
Her wiha da zanîn ku gelê Kurd êdî qebul nake ku ciwan û welatparêzên wek Şêrko Mearifî, Zeyneb Celaliyan, Hebîbullah Gulperîpur û çend çalakvanên din yên siyasî werin darvekirin kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li wê esasê em li gelê şoreşgerê Kurd, li kesên Azadîxwaz û alîgirên Aşitî û mirovahiyê dixwazin ku li çalakiya mêşa mede bi helwestekî wilatparêzî beşdar bin ku em bi hevdû re erkên xwe yên neteveyî pêk bînin. Bi hêz û îradeyek Azad, em yek dengiya xwe li hember dijminên dagîrker nîşan bidin. Çalakiya me roja Çarşemî 9’ê Gulanê saet di 14:00’an de li meydana Dêr (Kelîsa) a sipî a Helsinki dest pê dike û piştî xwandina daxûyaniya sazî û partiyên beşdar bûyî, em heya parlemantoya Fînlandiya dimeşin û li wir em daxuyaniyekê pêşkeşê parlemantoya Fînandiya dikin. Her kes, sazî û part serbeste ku beşdarî çalakiya me de bin û dikarin bi ala û sembolên xwe yên netewî yan rêxistinî û her rengek ku nîşana azadîxwaziyê be beşdarî çalakiyê bibin.”

ANF/HELSINKÎ