Rêveberiya DYA, bêyî li benda biryara Neteweyên Yekbûyî bisekine, xwe amade dike careke din li dijî welatekî derve operasyoneke leşkerî pêk bîne. Li gorî pêşnûmeya tê plankirin pêşkêşî Kongreya DYA bê kirin, ji bo êrîşkirina Sûriyê 60 roj ji artêşa DYA re tê naskirin. Di rewşeke pêwîste de ev dikare heta 90 rojî bê dirêjkirin.

Der barê destwerdana leşkerî ya rêveberiya DYA li Sûriyê, li Kongreyê hevdîtinan destpê kir. Piştî ku li Wezîrê Karên Derve John Kerry, Wezîrê Parastinê Chuck Hagel û Serokê Fermandariya Giştî Martin Dempsey guhdarî kir Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê, dest bi amadekariya pêşnûmebiryareke sînorên destwerdana leşkerî diyar dike, amade dike.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) cih girtin, Serokê Komîteyê Robert Menendez û Senatorê Komarparêz Bob Corker di mijara amadekirina pêşnûmeya destwerdana leşkerî ya pêşkêşî Kongreyê bê kirin, li hev kirin. Hat ragihandin ku dema pêşnûmeyê 60 roj e, lê belê eger Serokê DYA Barack Obama pêwîst bibîne ev dem dikare derkeve 90 roje.
Pêşnûme destûrê dide ku ji hewa êrîş li dijî Sûriyê bên kirin, lê destwerdaneke ji bejahî qedexe dike.
Hevdîtinên li ser pêşnûmeyê wê tevahiya hefteyê dewam bike û pêşnûme wê ji roja Duşemê û pê ve li Kongreya DYA bê nirxandin.  Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry beriya xebatên li ser mijara pêşnûmeyê ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê re ragihandin ku der barê êrîşa kîmyewî ya rejîma Esed a 21'ê Tebaxê de, "delîlên cih nadin gumanan hene." Kerry her weha garantî da ku şaşiya îstîxbaratî ya beriya şerê Iraqê dê neyê dûbarekekirin û îdîa kir ku eger ew tu gavan navêjin, wê welatên cuda jî dest bi hilberîna çekên hîmyewî bikin.

Rêbaza derstwerdanê  

Firehî û çawaniya destwerdana li Sûriyê ku Serokê DYA Barack Obama pêşkêşî erêkirina Kongreyê kir, yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin e. Alîkarê berê yê Serokê Fermandariya Giştî ya ya DYA Jack Keane daxuyaniyek da BBC û îdîa kir ku berevajî bendewariya wê destwerdan "mezintir" be. Keane îdîa xwe sipart senatorên komarperest ên bi Obama re hevdîtin kir û anî ziman ku li ser destwerdaneke cidî ya li dijî rejîma Esad tê rawestîn. Keane ragihand ku Obama garantî daye senatoran ku eger ji Kongreyê piştgiriyê bistîne, ewê bi awayekî cidî zerarê bide hêzên hewayî yên Esed.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon jî di civîna çapemeniyê ya li ser mijara Sûriyê de got, "Divê em bandora destwerdana cezakirinê ya li ser rawestandina xwîna zêde û tesîra wê ya li ser çareseriya siyasî li ber çavan bigirin. Kaosa li herêmê bi kêrî tu kesî nayê."
Ban Ki-moon da xuyakirin ku destwerdaneke leşkerî li Sûriyê dê Tirkiye û herêmê ber bi kaosê ve daf bide. Ban Ki-moon got, "Serketina mîsyona lêkolînê ya NY bi kêrî her kesî tê. Divê firsend ji temambûna rapora ekîbê re bê dayîn." 

WASHINGTON