Civîn bi beşdariya 61 endamên Meclîsa Qanûnsaziyê bi rêzgirtinê destpê kir dest pê kir. Piştî rêzgirtinê navên endamên meclîsê hatin xwendin.  Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî didome de, mijarên wekî, “Guhertinên di desteyan de bêne kirin û têkiliya wan a bi Kantona Cizîrê re, avakirina komîteyek hiqûqî ji bo sererastkirina rêziknameya Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî, nirxandina qanûna hilbijartinan, xwendina rapora Serokê Meclîsa Qanûnsaziyê Enwer Mislim ku bi avakirina 22 desteyên rêveber hatibû erkdarkirin” hatin nirxandin.

Di encama nirxandinan de Qanûna Hilbijartinan hate erêkirin, her wiha komîteyek hiqûqî ji bo sererastkirina rêziknameya Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî ku ji 3 kesan pêk tê hate avakirin.
Piştî nirxandinan, biryar hate girtin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê di 27’ê Çile de bê îlankirin.
Piştî îlankirinê wê li ber avahiya Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê şahiyek pîrozbahiyê bê lidarxistin.
Di civînê de her wiha teqîna li Dêrikê û qutkirina xeta ceryanê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve ku li ser Kobanê, Sirîn û Şiyox hatibû qutkirin jî hate şermezarkirin.

KOBANÊ