
Platforma Azadiya Ocalan a ku ji aliyê 7 jinan ve hat sazkirin, 8 mehin xebatan dimeşîne. Seroka Giştî ya Ferderasyona Piştgirî û Alîkariyên Malbatên Girtî (TUHAD-FED) Zubeyde Teker, der barê xebatan de agahî dan. Teker, anî ziman ku platformê heta niha gelek xebat meşandin û wiha got: "Şer her ku diçe geş dibe. Armanca hikûmetê ne ku pirsgirêkê bi muzakereyan çareser bike. Her tiştî ji gel vedişêre. Lê me agahdarkirin û ronîkirina civakê ji xwe re kiriye kar. Dê muzakere ji gel re çi bînin? Bandora şer li ser psîkolojî, jiyan û aboriya gel çiye? Emê binîrxînin û bi gel re parve bikin. Emê bêjin ku ji bo aştiyek mayînde pêwîste Ocalan azad be."
Ji bo Ocalan kampanyaya îmzeyan
Teker, da zanîn ku wê bi muzakereyên bi Ocalan re azadî pêş bikeve û ji bo muzekereyan jî şertên wekhevî hewcene. Teker, destnîşan kir ku Ocalan Serokê Gelê Kurde û wiha axivî: "Ew rastiyeke. Gelê Kurd bê navber bi serhildanan azadiya Ocalan dixwaze. Zêdeyî 410 rojin li ser Ocalan tecrîta girankirî tê meşandin. Gel hişyar, xemgîn û baldare. Ji bo vê xemgîniya gel hewceye em jî zutir tev bigein. Di 2004'an de zêdeyî 3 milyon kesî îmze dan û gotin 'Birêz Ocalan Serokê mine, Îradeyamin e'. Me jî ji bo azadiya Ocalan kampanyaya îmzeyan da dest pêkirin. Em tenê ne ji Kurdan, ji Tirkan jî îmzeyan dixwazin. Em zanin ku Tirk ji Kurdan zêdetir mihtacî aştiyê ne. Kurd 30 salin şer dikin. Em bi tekoşînê xwe didin naskirin. Lê gelê Tirk şer meşrû dibîne. Hewceye gelê Tirk va rastiyan ferq bike û li kampanyayê xwedî derkeve."
'Azadiya Ocalan azadiya Kurdan e'
Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, destnîşan kir ku, hewceye her hemwelatî derbarê şer û azadiya Ocalan de hişyar û baldar be û wiha pê de çû: "Em behsa 3 milyon îmze dikin. Ew 3 milyon ez im, tu yî, yê din e. Hewceye vê carê zêdeyî 3 milyon mirovî bêje 'Ocalan Serok û Îradeya min e. Ji bo çareseriyê yekane muhatabe'. Ji ber ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurde. Em vê rastiyê baş dizanin. Gelê Kurd vê rastiyê baş dizane lê hewceye gelê Tirk jî bizane. Ji bo yekîneya azad û wekhev, azadiya Ocalan yekane rê ye."
Di 7'ê Cotmehê de konferans
Teker, xwest ku herkes piştgiriyê bide kampanyaya îmzeyan û derbarê navnîşana kampanyayê de ew malper nîşan da: "Li ser Google yê 'Ji bo aştiyê azadiya Ocalan' an jî 'Ji bo birêz Ocalan azadî' binîvsînin. Dê malper derê pêş we û îmzeya xwe bavêjin. Ji bo pêşerojê hûn jî pêkekê ranin."
Teker, diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 7'ê Cotmehê de jî konferanseke navneteweyî li Stenbolê li darxin û wiha pêde çû: "Wê di konferansê de di tekoşîna 30 salî de cîhê Ocalan, giringiya wî û pêvajoyên tekoşînê bên nirxandin. Ocalan çawa bûye serokê gel? Tecrîta 13 salî çawa dest pê kir? Ocalan 13 salin ji bo aştiyê çi xebat meşand? Tekoşîn û fedekariya wî çiye? Dê bên axaftin. Di konferansê de mînakên dinyayê jî wê bên maseyê. Emê banî herkesî kin."
'Rastiya mirina mîrovahiyê'
Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, dubare kir ku dê konferans li Stenbol pêk bê û agahiyên konferansê dê rojên pêş zelal bibin. Teker bal kişande ser hikûmeta ku şer geş dike û wiha axifî: "Her roj bi dehan mîrov di şer de dimirin. hikûmet nêzî muzekereyan nabe. Leşker, polês û gerîlla dimirin. Hewceye ew agira vemire. Siyaseteke ku bi xwînê tê meşandin nayê qebulkirin. hikûmetek, devletek usa nayê qebulkirin. Di şer û xwînê de israr bike meşrûîyeta hikûmetê namîne. Ji ber ku hikûmet ji bo îstîkrar, aştî û hizûra gel hene. Hewceye devlet nasnemeyan biparêze û berpirsiyarêyên xwe bîne cih."
'Ocalan ji bo aştiyê şanse'
Teker, diyar kir ku devletê 90 salin, înkar kiriye û ew devleta 90 salên din nameşe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi kuştinan qet encam nehatiye girtin. 90 salin dagirkirin û înkar heye. Lê îro gel hişyare. Êdî devlet yê dine. Hewceye devlet vê rastiyê bibîne. Hewceye devlet bertekên gel li pêş çav bigre û rexnedayîna xwe bide. Demokrasiyê pêş bixe û pêkutiyên li ser çand û nasnameyan rake. Gel azadî û nasnameyên xwe dixwazin. Gelê Kurd jî bi dostane dixwaze bi hevre wekhev bijî. Di serokatiya Ocalan de ew xwesteka şanse. Daxwaza me ewe ku gelê Tirk jî wî şansî bibîne."
DÎHA/EDENE