Her wiha da zanîn ku wan li Ewropa ji bo alîkariyan bi Kobanê re gelek navend avakirine.
Derbarê amadekariyên lidarxistina konferasnsa jinûve avakirina Kobanê di asta navnetewî de Kaya destnîşan kir ku konferans dê di 1’ê tîrmehê de were lidarxistin û ev agahî dan: “Em niha amadekariyên lidarxistina konferansê dikin. di vê konferansê de gelek sazî û rêxistinên xêrxwaz û mirovahî dê beşdar bibin. Bernameya konferansê jî dabeşî 3 beşan dibe. Beşê yekemîn teybet bi Parlemana Ewropaye û dê têde nirxandina xwe derbarê jinûve avakirina Kobanê de bide. Beşê duyemîn Rêveberiya Kobanê dê bi kurtasî xebatên giştî binirxîne. Beşê sêyemîn jî sazî û rêxistinên ku li Kobanê dixebiti û saziyên ku dixwazin li Kobanê bixebitin dê pêşniyar û projeyên xwe derbarê jinûve avakirina Kobanê de pêşkêş bikin.”
Kaya di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo birêxistinkirina xebatên alîkariya bi Kobanê re wan li hemû dewletên Ewropa navendên taybet bi mijarê û yên girêdayî alîkariyan bi jin û zarokên Kobanê re vekirine.
ŞÎLAN MIHEMED/ANHA/KOBANÊ