Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz a Efîrnê ji bo xwendekar xwe ji rewşên awarte re amade bikin, dewreyeke leşkerî ji 12 endamên xwe re vekir. Perwerdeya ku ji aliyê hêzên YPG’ê ve hate dayîn, li navenda Şehîd Zekeriya ya YPG’ê hate lidarxistin û bi qasî 4 rojan berdewam kir. Di perwedeyê de endamên konfedrasyonê fêrî bikananîna kilaşnîkov, BKC û RBG bûn. Her wiha ciwan li ser rêbazên parastin û hunerên şer jî hatin perwerdekirin.
Komeke din ku ji 40 ciwanên bajarê Amûdê pêk tê ji bo pêkanîna erka xwepastinê duh li pêşiya navenda erka xweparastinê ya bajarê Amûdê kom bûn û bi vê boneyê şahiyek lidar xistin û li ber dengê stranên şoreşgerî govend gerandin. Di şahiyê de dayîkan lîlandin û ciwanan jî bi kefxweşî hestên xwe diyar dikirin. Her 40 ciwan beriya niha ji aliyê navenda erka xweparastinê ya bajarê Amûdê malbatên wan hetibûn agahdarkirin û li ser vê agahdariyê berê xwe dan navendê da ku erka xwe ji bo parastina xaka welatê xwe bi cih bînin.
Ciwanan bi govend û dîlanan hestên xwe diyar kirin û piştre hemû li tirimpêlan siwar bûn û berê xwe dan navendên perwerdeyê yên erka xweparastin.
Perwerde dê meh û nîvekê berdewam bike piştre wê hemû ciwan li nava bajarê xwe werin erkdarkirin û xebatên parastinê bikin.
Ev çend roj in li nava welatiyên bajarê Amûdê hin îdîayên ku dibêjin ‘qanûna erka xweparastinê hatiye betalkirin’ hatine belavkirin, lê tevlîbûna van ciwanan diyar dike ku tiştekî wiha tune ye û navendên erka xweparstinê xebatên xwe didomînin.
EFRÎN/AMÛDÊ