Artêşa Tirk a dagirker ku hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike, li derdora qereqolên Rûbarok û Museka yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi dehan wesayitên zirxî bi cih kirin.
Pêr bi şev saet 23.30’an, artêşa Tirk a dagirker 150 wesayitên zirxî û gelek esker li qereqolên Rûbarok û Museka yên li Şemzînanê yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, bi cih kirin. Li gorî heman nûçeyê, ev wesayît ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin.
Wekî din pêr bi şev balafirên şer ên Tirk herêma Xakûrkê û Binarê Qendîlê bombebaran kir.
Hêjayî bibîrxistinêye ku artêşa Tirk li herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê kiriye, heta niha zêdeyî 26 kîlometre sînorê Iraq û Başûrê Kurdistanê binpê kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN