Festîval wê sibeha 20’ê Tîrmehê saet di 10:00’an de destpê bike û heta êvarê dewam bike. Ciwan wê di pêşbirkên futbol, pîngpong, kîck boks, voleybol, bez û satrançê de li ber xwe bidin. Her weha wê muzîk û pêşandan govendê jî li festîvalê hebin. Di festîvalê de wê Erol Berxwedan, Rotînda, Koma Siğyabend, Bêrîtan, Koma Venge Dur, Rodî û Rêzan derkevin ser dikê.
‘Di pêvajoyake girîng de pêk tê’
Komîteya Amadekar da xuyakirin ku ji bilî xelatên yekemîniyên pêşbirkan, her weha wê ji herêma ku di çarçoveya kampanya ji Ocalan re azadî de herî zêde îmze berhev kiriye re, xebatek bê dayîn.
Komîteya Amadekar diyar kir ku ji ber dema festîvalê li berxwedana 14’ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê rast tê, xwedî girîngiyeke mezine û got, “Di vê pêvajoya heyî de, gava em rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo û pêşketinên li Kurdistanê li ber çavan digirin, derdikeve holê ku wezîfeyên girîng dikevin ser milê me ciwanên Kurd ên li Ewropayê. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwan, jin û tevahiya gelê me yê li Ewropayê dijîn dikin ku tevlî festîvalê bibin û wezîfeyên xwe yên dîrokî bicih bînin.”
BRUKSEL