Komxebata Rojhilatê Kurdistanê, ku yek ji komxebatên KNK’ê yên ji bo Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e, wê 16 û 17’ê Îlonê li Stockholmê bê lidarxistin. 

Ev komxebat wê di çarçoveya “Pêşnûma Belgeya Pîvanan û Prensîbên Karê Yekîtiya Neteweyî” de bên lidarxistin, ku ji 21 xalan pêk tê.  Komxebata destpêkê, wê bi beşdariya sazî û kesayetên ji Rojhilatê Kurdistanê, 16 û 17’ê Îlonê li paytexta Swêdê Stockholmê wê bê lidarxistin. Bi giştî 25 partî, sazî û rêxistin û 200 kesayet hatine vexwendin.

Di komxebatê de wê pirsgirêkên navbera partiyên li Rojhilatê Kurdistanê û pêşniyazên ji bo çareseriyê bên nirxandin. Piştî vê komxebatê, li parçeyên din ên Kurdistanê û Ewrûpayê jî komxebat wê bên lidarxistin. Tê payîn di çarçoveya encamên van komxebatan de li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya partî û saziyên Kurd ên ji hemû parçeyan, Kongreya Neteweyî bê lidarxistin.Konseya Rêveber a KNK’ê, ji bo komxebata li ser Rojhilatê Kurdistanê vexwendîname ji partî, sazî û kesayetên rojhilat re şandin. 


 BRUKSEL