
Prova didomin
Li Dirbêsiyê jî Koma Zîlan bi hemû çaxên xwe ku girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Bajarê Dirbêsiyê amadekariyên xwe ku ev demek dane destpêkirin dewam dikin û xebatên xwe zêde kirine. Endamên koma ji sibê heta saetên êvarê pirovayên xwe li ser stran, govend û şanoyan dikin. Li Serêkaniyê jî navenda Waşokanî amadekariyên xwe dane destpêkirina û endamên xwe yên hemû beşa perwerde dike. Di navedê de komên stran, govend û şano yên zarok û mezinan perwerdeyê dibînin. Koma Mizgîn a girêdayî navendê jî dîlanên nû amade dike, her wiha xebatên amadekariyên cilên roja Newrozê jî hatiye destpêkirin. Derbarê mijarê Amadekariyên Newrozê Endamê Navenda Waşokanî Mihemed Terbûş da zanîn ku ji destpêka sale ve wan dest bi amadekariyên xwe kirine lê di van rojan de ji ber ku dem hindik maye wan lez dane xebatên xwe.
ANHA/QAMIŞLO