Di Konferansa Saziya Zimanê Kurdî ku di çileya 2015‘an de hatibû lidarxistin biryara guhertina meteryalên refên 1-2-3 bi zimanê Kurdî hatibû standin. Li gorî vê biryarê komîteyeke rêveber ji bo amadekirina mamosteyan ji bo meteryalên nû hate ava kirin.

Li Navçeya Raco li Efrînê120 mamoste li navendên SZK‘ê ya Şehîd Polat, dibistana Şehîd Hec Mûs û Navenda Şehîd Neşet  li gorî meteryalên nû têne perwerde kirin. Mamosteyên SZK‘ê dersên matematîk, zanist û zanista civakî bi zimanê kurdî dibînin.

Derbarê mijarê de rêveberê Navenda SZK‘ê ya Şehîd Polat Mihemed Bîlan axivî û diyar kir ku wan ji bo amadekirina mamosteyan li ser meteryalên nû, têkiliyên mamostan bi xwendkaran re,  dewreyên perwerde ku dê 40 rojan dom bike, organîze kirin û got ku ew ê asta xwendinê ya seretayî bi Kurdî were dayîn. 


 ANHA/EFRÎN