KURDÎ- DÊR’a Amedê ev 6 sal e xebatên xwe yên cihêreng ên der barê ziman de didomîne. KURDÎ-DER’ê di çarçoveya xebatên xwe yên ziman de niha jî zend û bendên xwe ji bo kursa perwerdeya pêşdibistanê bada. Ev xebat ji bo zarokên Kurd û ji bo pêşeroja zarokan gelekî girîng e. Xwendekarên tevli perwerdeyê bûn, perwerdeya pêşdibistanê ya fermî (Tirkî) dîtine. 26 xwendekar piştî ku kursa xwe bidawî bikin, dê sertîfîkayên xwe di 15’ê hezîranê de werbigirin. Ev perwerde ne tenê li ser perwerdeya pêşdibistanê her wiha li ser ziman jî tê meşandin. Projeyên bi vî rengî dê ji aliyê KURDÎ-DER’ê ve her tim pêk bên. Xwendekarên tevli kursê bûne nêrînên xwe ji rojnameya me Azadiya Welat re vegotin.

'Zimanê zikmakî ji bîr dikin'
Mamosteyê KURDÎ-DER’ê yê pêşdibistanê Ferîdun Bîrgul ew bi xwe jî mamosteyê pêşdibistana fermî ye. Bîrgul got ku her dem hêviyeke wî ya bi vî rengî hebûye ku bi zimanê dayikê perwerdeyê bide zarokan û bi saya KURDÎ-DER’ê ev xeyala wî pêk hatiye û wiha pê de çû: “Mebesta min ew bû ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bidim. Ji ber ku herî zêde zarok tên pişaftin û her çiqas malbat bi Kurdî biaxivin jî, ev yek têrî gihîştina zarokan nake û ji zarokan perwerde pir girîng e. Zarokên Kurdan piştî perwerdeya dibistana fermî ji ber ku bi zimanê Tirkî ye zimanê xwe yê dayikê ji bîr dikin.”
Mamoste Bîrgul bi lêv kir ku xebatên wan ên der barê zimanê Kurdî de bi her awayî didomin û wiha berdewam kir: “Xebata me bes ne tenê li ser waneyên teorîk e, her wiha em li ser dramaturiyê jî xebatên xwe didomînin. Ji ber ku zimanê bedenê jî di perwerdeyê de gelek girîng e. Di vê çarçoveyê de me şanoyek bi navê ‘Di pêşdibistanê de rojek’ amade kiriye. Ev şano bi her awayî dê bi Kurdî be, hem ji bo pêşketina xwendekaran hem jî di pêşerojê de ji bo zarokan dibe cerebeyek. Jixwe armanca me Kurdan ew e ku em herî pêşîn bi zimanê xwe pêşve bibin.”

'Em ji bo zimanê xwe li vir in'
Xwendekara pêşdibistanê Ewzane Eser der barê perwerdeyê de kêfxeşiya xwe anî ziman û ev tişt lê zêde kirin: “Em ji bo zimanê xwe û zarokên xwe li vir in. Ji ber ku dê û bav bi zimanê xwe bi zarokên xwe re naxivin, zarokên me ji cewhera xwe dûr dikevin. Zarokên me perwerdeyê bi zimanekî biyanî dibînin. Ev jî dibe sedema jibîrkirina zimanê dayikê. Çanda xwe jî nizanin ji ber ku her tiştên wan dibe Tirkî. Êdî em vê qebûl nakin û her tim xebatên bi vî şeklî heke bên meşandin dê zarokên me ango pêşeroja me ji çerxa pişaftinê werin rizgarkirin.” Perwerdeya pêşdibistanê dê di 15’ê Hezîranê de bi şanoya ‘Di pêşdibistanê de rojek’ bi dawî bibe. Perwerdeya duyem jî dê di meha Îlonê de dest pê bike.

AMED




Sertîfîkayên xwe girtin

Şaxa KURDÎ-DER'a Colemêrgê piştî qursa zimanê kurdî temam kir bi merasimekê 27 xwendevanên xwe mezun kirin. Merasim li navenda çanda Feqiyê Teyran hat lidarxistin. Serokê BDP'a Colemêrgê Mehmet Siddik Yildirim, Cîgirê Şaredarê Colemêrgê Tahîr Koç, Serokê Şaxa KURDÎ-DER'a Colemêrgê Vasfî Ak, Nûnerên Rêxistinên Saziyên Sivîl, xwendevan û gelek welatî tevlî merasimê bûn. Destpêkê 27 xwendevanan bîranînên zineyên kurdan Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Mem û Zînê xwendin û awazên Kurdî strîn. Piştre rêvebirê KURDÎ-DER'ê Eyûp Bor axivî û bal kişand li ser eleqeya ji bo qursên kurdî. Bor da zanîn ku di nava vê demê de 104 xwendevan sertîfîkayên xwe girtine. Piştî axaftinan 27 xwendevanên zimanê kurdî yên 2 meh û nîvan tevlî qursê bûn sertîfîkayên xwe girtin. 

COLEMÊRG