Li Kantona Cizîrê girêdayî rêveberiya xweser 6 radyo weşane dikin, lê belê ji bilî van 6 radyoyan, yên ku bi awayekî serbixwe weşane dikin jî hene. Tevî vê yekê amadekariyên 3 radyoyên nû jî tên kirin. Her wiha jinên li Rojava xwe amade dikin ku di demeke kin de radyayo xweser vekin. 

Li Rojavayê Kurdistanê di her warî de radyogeriya Kurd geş dibe. Lê vê carê hedef ew e ku di sala 2016`an de radyoya jinê dest bi weşane bike. Ji xebatkaran heta bernameyên vê radyoyê wê bi temamî jin bin û li gorî îdeolojiya azadiya jinê weşanê bike.

Her weha li herêma Çiyayê Kizwan jî ji bo xelkê Ereb wê bi zimanê Erebî radyoyeke nû were vekirin. Bi taybetî di van rojan de ku îlankirina Federasyona Rojava di rojavê de ye, girîngiya vê radyoyê hîn zêdetir derdikeve pêş. Ev radyo wê li gorî çanda xelkê Ereb weşanê bike.


Li gorî pêdiviyên herêmî weşan

Radyoyên Rojava bi Kurdî û Erebî weşanên xwe dikin. Di radyoyan de serê saetê nûçe tê dayîn. Ji bilî radyoya Xabûr a li Hesekê di piraniya radyoyan de nûçe bi temamî Kurmancî ne. Tevî bernameyên siyasî, civakî û dîrokî, bernameyên li ser azadiya jinê, yên wêjeyî, çandî û li ser zarokan jî cîh digirin. Tevî vê yekê bernameyên taybet yên bîrdoziyê jî hene. Di vê çarçoveyê de bernameyên li ser paraznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tên weşandin. Her weha bernameyên li ser bîranînên şehîdên YPG/YPJ´ê, bernameyên ciwanan jî hene.

Zaraveyên radyoyan û rêjeya bikaranîna zimanê Kurdî û Erebî jî li gorî taybetmendiyên wê herêmê tên destnîşankirin. Di bernameyan de cîh didin hemû beşên civakê û dixwazin hemûyan tevlî bikin.Di bernameyên muzîkê yên radyoyan de jî hemû stranên pêkhateyên Rojava yên Kurdî, Erebî, Asurî/Suryanî û Ermenî jî cih digirin.


Di radyoyan de şano jî heye

Li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî bi salan qedexe bû, stranên Kurdî jî bi awayekî eşkere nikarîbûn bihata guhdarîkirin. Ji ber vê yekê di radyoyan de ji bo stranan cihekî berfireh dê dayîn.

Tevî bernameyên muzîkê, bernameyên şanoye jî hene. Ev xebat pêşî li radyoya Dirbêsiyê hate destpêkirin. Şanoyên radyoyê niha bi rengê skeçan û bi şêwaze şanoyên kurt tê dayîn û ji aliyê hunermendên TEV ÇAND`ê ve tê amadekirin. Şanoyên radyoyê rastî elaqeyeke mezin tê û armanc ew e ku hêjmar û dema şanoyên radyoyê hîn zêdetir bibe.

Tevî vê yekê di radyoyan de xebatên komên zarokan jî bi awayekî berfireh cîh digire. Komên şanoyê û komên muzîkê yên zarokan li gelek radyoyan hunerên xwe pêşkêş dikin.

Di bêşa hunerî de her weha weşana portreyên hunermendan, çalakî û xebatên komên şano, folklor û mûzîkê jî heye. Tevî kom û hunermêndên Kurd, hunermendên pêkhateyên din jî beşdarî van bernameyan dibin.

Bi taybetî hem di bernameyên siyasî hem jî di bernameyên civakî û çandî de gelek guhdarên ji Bakur jî bi telefonê beşdar dibin û daxwazên xwe radigihînin.


Piraniya xebatkarên radyoyê jin in

Yek ji taybetmendiya xebatên radyoyê ew e ku ji % 80`ê xebatkaran jin in. Xebatkarên jin bi pêşketin û tevlîbûna xwe ya di nav xebatan de jî dibin mînak. Jina ku bi ked û fedekariyeke gelekî mezin di avakirina şoreşê de cîh digire, xwedî li radyoyê jî derdikeve. Di destpêkê de gelek jin dema dest bi vê xebatê dikin rastî hin astêngiyên civakî û malbatê tên, lê belê li dijî van têdikoşin û bi xebatên xwe her yek ji wan wî dîwarî dişkîne ku civakê li ber wan daniye. Jina ku di her warê jiyanê de dengê wê dihat xwestin were birrîn, niha dengê xwe digihîne jinan hemûyan û tevahiya Kurdistanê.


Wê dengê Rojava bigîhêje her derê

Nergîz Îsmayîl Rêvebera Giştî ya Radyoyên Kantona Cizîrê, ev bi salan e di xebatên ragihandinê de kar dike û bi destpêkirina xebatên radyoyê, di vê xebatê de cîh girtiye. Nergîz Îsmayîl diyar dike ku radyo sînoran nas nake û ew bi weşanên radyoyê jî sînorên hatiye danîn tine dikin û gelên Kurd ku bi salan e ji aliyê dagirkeran ve ji hev hatiye dûrxistin digihînin hev. Nergîz Îsmayîl dibêje ku gavên hatine avêtin her çend gavên zehmet bin jî gavên gelekî girîng in û weha dewam dike: ‘’Em van gavan bes nabînin û ji bo bipêşxistina vê xebatê tim di nav hewldanan de ne. Em ê dengê xwe bigihînin her derê. Zehmetî çi dibe bila bibe, em bi israr in ku vê xebatê dewam bikin. Di bipêşxistina xebatên şoreşê û di pêvajoya înşakirina şoreşê de rola radyoyê gelekî girîng e. Armanca me ew e ku em bikevin hundirê malan hemûyan û bibin dengê gel. Guh, çav jî bi pêş dixe û xebatên radyoyê wê bingeheke xurt biafirîne. Ji bereyên şer heta taxan, mal bi mal em ê dengê gel bi giştî bigihînin radyoyê.’’


Ji bo xebatkaran perwerde


Ji bo bipêşxistina asta xebatan hewldanên mezin hene û bi vê armancê dewreyeke perwerdeyê hate vekirin. Dewreya perwerdeyê ya ji bo xebatkarên radyoyê bi navê Agirî Banê, ku li Şengalê di êrîşên DAÎŞ`ê de jiyana xwe ji dest dabû, hate destpêkirin. Dewre li Akademiya Ragihandinê ya Şehîd Faîq a li Qamişlo tê lidarxistin û 18 xebatkar tevlî dibin. Weke xebatkarên radyoyê, di dewreyê de jî piraniya xwendekaran jin in. Dewreya perwerdeyê ku di 12`ê Nîsanê destpêkiriye wê 2 mehan dewam bike bi du qonaxan were meşandin. Di qonaxa yekem de kesên ku dixwazin tevlî xebatên radyoyê bibin an nû dest bi xebatê kirine, di qonaxa duyemîn de jî xebatkarên radyoyê ku ev demeke dirêj e di nav vê xebatê de ne, perwerde bibin. Di perwerdeyê de hem dersên bîrdozî û hem jî dersên pîşeyî tên dayîn.


Perwerde wê hêzê bide weşane

Yek ji endamên dewreya perwerdeyê Medya Xalîd e û ev nêzî salekê ye ku li radyoya Xabûr a li Hesekê kar dike. Medya Xalid dibêje, ‘’Pêdiviya Radyoyên me yên kantona Cizîrê bi perwerdeyeke bi vî rengî hebû. Radyoyên Kurdî ji ber ku xebateke nû ne, pêdivî bi perwerdeya pîşeyî, bîrdozî heye. Pirsgirêkeke me ya din jî ew e ku em nû ferî nivîsandina tîpên latînî yên Kurdî û rastnivîsa Kurdî dibin. Di vê perwerdeyê de em ê van kêmasiyên xwe jî temam bikin û ev perwerde wê hêzê bidin weşanên me, wan dewlemendtir bikin. Ji ber ku tevlî perwerdeyê bûme, ez gelekî bi şens im.”


DENGÎR GUNEŞ