Christine Buchholz a parlamenter nerazîbûna xwe ji firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve wiha îfade dike: “Tirkiye bi sîlehên Elmanyayê şerê xwe yê êrişê li dijî Kurdan bi rê ve dibe. Bi vî rengî destekê dide rejîma dagirker. Ez vê bi hişkî şermezar dikim.”

Buchholz ji bo biryara ambargoya sîlehan a Elmanyayê ya li dijî Tirkiyeyê got, xapandinek e, û bi bîr xist ku di 9 mehên pêşî yên 2019´ê de Elmanyayê ji sala 2018´an bêhtir sîleh firotine dewleta Tirk, û sîlehên dikevin ber peymanên berê hê jî tên îxrackirin.

Bucholzê xwest Elmanya têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê ji nû ve binirxîne: “Divê firotin û neqilkirina sîlehan ber bi Tirkyeyê ve bi temamî bê rawestandin. Divê tevahiya hevkariya eskerî, polîsî û îstîxbarî ya bi Tirkiyeyê re bê bidawîkirin.”

DÎLAN KARACADAG

Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) Christine Buchholz ambargoya sîlehan a Elmanyayê li dijî Tirkiyeyê weke xapandineke raya giştî dibîne û dibêje jixwe, hejmar û reqemên îxracatên sîlehan jî vê îdîaya hikûmeta federal a Elman li derewê diqelibînin. Christineyê ji bo cihê îxracata sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve ji bo pîşesaziya sîlehan a Elmanyayê dibêje, “Ji îxracata sîlehan a Elmanyayê, artêşa Tirk a di şer de weke kaneke zêran e.”

Christine Buchholz a parlamenter nerazîbûna xwe ji firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve wiha îfade dike: “Tirkiye bi sîlehên Elmanyayê şerê xwe yê êrişê li dijî Kurdan bi rê ve dibe. Bi vî rengî destekê dide rejîma dagirker. Ez vê bi hişkî şermezar dikim.”

Parlamentera federal a Partiya Çep Christine Buchholz ji bo biryara ambargoya sîlehan a Elmanyayê ya li dijî Tirkiyeyê dibêje, xapandin e û wiha dipeyive: “Hikûmeta Elman 13´ê Cotmehê da xuyakirin ku wê îxracata sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve sekinandiye, ev daxuyanî tenê xapandinek bû. Ya rastî ew bû ku wê tenê peymanên nû yên sîlehan sekinandine. Yanî ew ê sîlehên dikevin ber peymanên beriya niha hê jî îxrac bikin.”

Christine Buchholz bi bîr dixe ku Tirkiye ji mişteriyên mezin ên pîşesaziya sîlehan a Elman e û wiha dewam dike: “Tirkiyeyê di navbera 2016 û 2017´an de bi 118 milyon euroyan sîleh kirrîn. Di 9 mehên pêşî yên 2019´an de jî bi 250 milyon euroyî sîleh û techîzat kirrîn (ji Elmanyayê).”

Elmanya kî tê ber sîlehan difiroşiyê

Parlamentera partiya Çep dibêje, daxuyaniyên hikûmeta Elman û rastî bi hev re nakok in û ji bo vê jî îdîaya hikûmetê ya bi berpirsiyarî û dîqet firotina sîlehan jî li derewê diqelibîne: “Di navbera Çile û Cotmeha 2019’an de bi buhayê 7.24 milyar euroyî peymanên firotina sîlehan hatin erêkirin. Bi buhayê 15.7 milyon euroyan peymanên firotina sîlehan hatine redkirin. Ti elaqeya rêjeyeke redkirina peymanên îxracata sîlehan a 0,56 ji sedî, karên zêdetir ji berê yên ji bo pîşesaziya sîlehan bi siyaseteke bi berpirsiyarî û dîqet a sîlehan re nîne.”

Divê siyaseta Elmanyayê biguhere

Christine Buchholz a parlamenter dibêje, divê hikûmeta Merkelê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di ber çavan re derbas bike û wiha dewam dike: “Divê firotin û neqilkirina sîlehan ber bi Tirkyeyê ve bi temamî bê rawestandin. Divê tevahiya hevkariya eskerî, polîsî û îstîxbarî ya bi Tirkiyeyê re bê bidawîkirin.”

Ew her wiha doza guherandina helwêsta beramberî Kurdan jî dike û dibêje, “Krîmînalîzekirina piştgiriya bi tevgera Kurd re divê tavilê bi dawî bibe. Qedexekirina alayên YPG/YPJ´ê û qedexekirina PKK´ê divê tavilê bên betalkirin.”