Parlamentera parlamentoya Iraqê û endama lijneya Mafê Mirovan a li Parlamentoya Iraqê Yusra Recep mijara ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re parvekir. Yusra got, serokkomarê Iraqê soz daye ku hewl bide û çareseriyek ji bo pirsgirêkê bibîne.

62 rojin dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê danî ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike.

Di 15’ê Îlonê de li koşka Selam a li Bexda, serokkomarê Iraqê Berhem Salih pêşwaziya komek parlameterên Iraqê kir. Endama lijneya Mafê Mirovan a li parlamentoya Iraqê Yusra Recep li koşka Selam mijara ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê bi serokkomarê Iraqê re parve kir.

Parlamentera Iraqê Yusra Recep got, serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser ambargoya li ser wargeha penaberan a  Mexmûrê gotiye; “Soz, em ê kar ji bo wê bikin û çareseriyekê ji bo pirsgirêkê bibînin.”

Di civîna Lijneya Mafê Mirovan a Iraqê de jî li ser mijara ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê guftugo hat kirin. Di civînê de lijneyê biryar da ku daxwaznameyekê radestî Hikumeta Herêma Kurdistanê bike û bibêje; “Nabe ambargo li ser wê wargehê were danîn.”

Tê payîn daxwazname di rojên bê de ji bo Hikumeta Herêmê were şandin. Herwiha hat zanîn ku di daxwaznameyê de tê gotin, divê di demek zû de xwarin û derman ji bo wargehê were şandin.

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS