Çeteyên DAIŞʼê yên beriya bi hefteyekê êrişî Mexmûrê kiribûn, 2ʼê Sibatê dîsa êriş kirin û di şerê saetekê de 2 çete hatin kuştin û 3 Mexmûrî birîndar bûn.

Bi êrişê re ambargoya 7 meh in li ser Mexmûrê didome, ket rojevê û xelkê kampê nerazîbûn nîşan da û wan têkiliya êrişê bi ambargoyê re danî.

Çeteyên DAIŞ’ê 2ʼê Sibatê êrişî wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî kirin. Di şer de 2 çeteyên DAIŞê hatin kuştin û 3 Mexmûrî jî birîndar bûn. Bi vê êrişê re ambargoya PDKê daniye ser kampê jî careke din ket rojevê.  Ambargo 7 meh in didome.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tîrmeha 2019’an heya niha ambargo daniye ser Kampa Penaberan a Mexmûrê ku 12 hezar şêniyên wê hene. Ji ber ambargoyê bi hezaran karker ji karê xwe bûne, nexweşên lezgîn û kesên nexweşiyên xwe yên kronîk hene, nikarin biçin nexweşxaneyê û xwendekar jî dibin zext û gefan de xwendina xwe didomînin. Her wiha ji ber asayîşa Hewlêrê rê nade nexweşan heya niha nêzî 6 zarok yan di zikê dayîka xwe de mirine yan jî ji ber dereng gihîştine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

Tevî hemû nerazîbûnên xelkê wargehê û piştgiriya hinek parlementerên Başûrê Kurdistanê jî ambargoya li ser wargehê her diçe girantir dibe.

Balkêş e ku tevî ambargoyê êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kampê û liv û tevgera balafirên sîxûrî û şer yên li ser wargehê jî zêde bûne.

28’ê Çileya îsal komek çeteyên DAIŞ’ê xwestin bikevin wargeha Mexmûrê û komkujiyê bikin, lê şivanên wargehê ew dîtin û gulle li wan reşandin û ew jî revîn.

2 çete hatin kuştin

Piştî çend rojan, çeteyan careke din 2ʼê Sibatê xwestin ji aliyê Başûrê wargehê ve êrîş bikin. Şivanên kampê dîsa ew dîtin. Şivanan gulle li wan reşandin û vê kir ku hêza xweparastinê ya kampê bikeve nava tevgerê. Li ser vê şer qewimî. Di şerê saetekê domkirî de 2 çete hatin kuştin. Di şer de 3 kes ji kampê jî birîndar bûn yek jê şivan bû û 2 jî endamên hêza xweparastinê ya kampê bûn. Dîmenên şer ji aliyê ajansa Rojnewsê ve hatin weşandin.

Di hewarê de nehatin

Li gorî çavkaniyên li wargehê dema xwestine birîndarên xwe derbasî Hewlêrê bikin, destpêkê li seyteraya ser bi PDK’ê ya Hewlêrê hatine sekinandin, piştî nerazîbûna xelkê neçar mane ku birîndaran derbas bikin.

Dayîkek ku tê texmînkirin xizmeke birîndarane hêrsa xwe li hember ambargoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîne ziman û hikûmetê ji van êrîşan berpirsyar dibîne û dibêje, “Ev 7 mehe ambargo danîne ser me û ji ber ku dibêjin, ‘Hûn terorîstin’. Ew ên ku vê li me dikin bi xwe terorîst in. Ew ê ku terorîstan berdidin nava wargeha sivîlan terorîst in.”

Dayîk bi hêrs xîtabî rayedarên PDK’ê dike û dibêje, “Bila 2014 were bîra we. Ma ne,  ne ji me ba hûn direvîn diçûn. Lê me we parast.”

Tevî metirsiyên li ser wargehê, ne Hikûmeta Iraqê, ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî Hêzên Kaolîsyonê erka xwe di ber penaberan de pêkneanîn û bersiva êrişan nadin. Seytereya Gêçê ya PDK’ê tenê 2 km ji wargehê dûre û di dema êrişê de bi hawara xelkê ve ne hat.

Ambargo 204 roj in didome

Hêjayî gotinê ye piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de ti kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibin. Ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 204’an de berdewame.

 

ROJNEWS/MEXMÛR