BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/GERMIYAN
Dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nêzî 4 mehane didome û li ser mijarê pisporên mafên mirovan diyar kirin ku divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser mijarê bang li Wezîrê Hundir bike.
Pisporên yasayê û mafên mirovan ên têkildarî mijarê axivîn.
Serokê Tîma Rêxistina Dolsa ya Germiyan a Penaberan ku derbarê alîkarîkirina mirovî ya panaberan de kar dike Serkewt Star têkildarî dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) wiha axivî; “Dorpêça li ser Mexmûrê bi zextên dewleta Tirk û hêzek Kurd pêk tê. Ev binpêkirin li ber çavê Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê pêk tê ku wargeh di bin çavdêriya wan de ye.
Herwiha pisporê yasa û mafê mirovan Rêbwar Mihemed jî bal kişand ser peymanên navneteweyî û got; “Dorpêça li ser wargeha Mexmûrê sûc e, û binpêkirina peymanên navneteweyî û yasayên mafê mirovan ên li welatekî ne. Divê rêveberiya Iraqê û bi taybet walîtiya Hewlêrê maf û jiyana welatiyên wargehê biparêze.
Hêjayî i bîr xistinê ye, li Hewlêrê di 17’ê Tîrmehê de li restoranta Hoqqabaz berpirsê MÎT’ê yê bi navê Osman Kose hate kuştin. Piştî bûyerê rêveberiya Hewlêrê rêya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) girt. Her wiha gelek ciwanên wargehê ku li Hewlêr kar dikirin hatin girtin, gelek ji kar hatin derxistin. Destûra welatiyên nexweş nehat dayîn ku biçin nexweşxaneyên li Hewlêrê. Hîn ev dorpêç didome.