Li hemberî ambargoya li ser Rojava tê meşandin, Platforma Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da.

Platforma Piştgiriya bi Rojavyê Kurdistanê re ya ji BDP, OSP, KADEP, HDK, ESP, EMEP, KCD, DDKD, Înîsiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê pêk tê der barê ambargoya li ser kurdên Rojava tê meşandin, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparqê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê saziyan Alîkarê Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfu Baksî daxuyanî xwend û anî ziman ku kurdên li Rojava alîgirên şer nîn in û bi tu kesî re şer nekirin û wiha got: "Kurdên li vir ji ber mafên xwe yên gelbûnê rêveberiyên xwe yên xweser îlan kirin. Rêveberiyên xweser yek ji mafên demokratîk ên gerdunî ye. Divê di serî de Tirkiye, hemû sazî û dewletên navneteweyî vê nas bikin. Hikûmeta AKP'ê li hemberî destkeftiyên gelê Kurd her tim dijberiyê dike."

Ji Barzanî re bang!

Baksî, da zanîn ku Tirkiye ji bo kurdên Rojava bi polîtîkayên "birçîbûnê terbiye bike" deriyên sînor girtin û diyarkir ku rêveberiya Başûr jî   ambargo meşand. Baksî weha got: "Ji ber vê yekê gelê Rojava pirsgirêkên tendurîst û birçîbûnê dijîn. Lê ji meşa xwe ya azadiyê paş ve gav navêtin. Herî dawî piştî Başurê Kurdistanê deriyên sînor girtin Rojava hate îzolekirin û gelo Rojava mehkumî birçîbûnê hatiye kirin?" Baksî, bilêv kir ku heke ji kurdên Rojava re alîkarî neçe wê encamên wahîm derbikevin holê û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê em bang li Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî dikin. Em gotina Birêz Barzanî ya 'Em destûrê nadin xwîna biratiyê bêrijandin' bibîrtînin... Disa divê neyê jibîrkirin ku gelê Rojava ji bo azadiya gelê Başur ji ber tu bedelan nereviya. Heke vîna gelê Rojava bê şikandin wê bandoreke neyenî li ser têkoşîna hemû Kurdistanê bike. Ji ber vê yekê em bang li Birêz Barzanî dikin ku ambargoyê bi dawî bike."

Daxwaza alîkarî û piştgiriyê
Baksî her weha ji bo alîkariya gelê Rojava bang li hemû gelê kurd, raya giştî û xêrxazan jî kir û xwest herkes bi hestyarî tevbigere. Baksî xwest herkes êş û zexmetiyên gelê kurd par ve bike û ev bang kir:"Alîkariya ji bo gelê me yê li hemberî hemû ambargo û zextan berxwe dide peywira me ye. Ji ber vê yekê bi rihê seferberiyê divê hemû kes ji bo alîkariyê bide û di vê mijarê de hestyar bê."
Endamên Platformê dan zanîn ku di rojên pêş de wê biçin Herêma Federal a Kurdistanê û ji bo rakirina ambargoyê hevdîtinan pêk bînin.

Ji bo alîkariyê navnîşan

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên dixwazin alîkariyê bikin dikarin li ser van navnîşan û telefonan bikevin têkiliyê: "Heyva Sor û 'kurd@hotmail.com' û numreya telefonê 0096352736778"

DÎHA/AMED