Parlamenterên HDP’î li dijî desteserkirina şaredariyan di roja pêncemîn de li Amedê li hev kom bûn.

Berdevkê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç û parlamenter Garo Paylan, Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, Remziye Tosûn, Semra Guzel û Mûsa Farisogûllari li ber avahiya şaredariya bajarê mezin a Amedê li hev kom bûn. Di demeke kurt de hejmara beşdarên çalakiyê zêde bû.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku dewletê li şûna wî dagirkerek danî, piştî demekê tevlî girseya gel a li qada çalakiyê bû. Mizrakli bi qîrîna dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin. Girseya gel bi qîrîn dirûşma “Amed a me ye”, “Bijî berxwedana Amedê” gotin.

Nikarin xwe li vîna Kurdan ragirin

Girseya HDP’ê piştî nîvro pankarta “Dest nede îradeya min” vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç axivî û got: Berxwedana me ya rewa di roja 5’an de ye. Desthilatdariyê sûceke mezin kir. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bi destê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû sûcê herî mezin kir. Sûcekî Destûra Bingehîn kirin. Erdogan beriya hilbijartinê îşaret bi vê derberya siyasî kir, gef xwar û got; Tehemûla wan nîne ku gelê Kurd nûnerên xwe hilbijêrin û xwe bi rê ve bibin. Vê qebûl nakin. Ji ber vê ev sûc kirin.”

Piştî çalakiyê dayika aştiyê jî axivî û wiha got; “Em her roj dibêjin azadî û aştî. Çi heqê we heye hûn vê li me dikin.”

Li şûna hevşaredaran dagirker

HDP’î ji 19’ê Tebaxê dema desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin û vir ve her roj çalakiyan dikin.

Wekîlên HDP’î Pêncşemê sê caran li hev kom bûbûn û çalakiya rûniştinê kiribûn.

Avahiya Şaredariyê û derdora wê ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.

Di çalakiya şermezarkirinê ya Çarşemê de polîsên Tirk bi tundî êrîş kiribûn û wekîlên HDP’î û rojnamevan jî di nav de li gelek kesan xistibûn û zêdeyî 10 kes jî kiribûn binçavan.

Şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’ê di 19’ê Tebaxê de bûbûn hedefa hêzên rejîma Tirk û hatibûn desteserkirin. Li şûna hevşaredaran qeyûm ango dagirker hatibûn tayînkirin.

 

ANF / AMED