1’emîn Rojên Ma Muzîkê li Salona Dawetê ya Şatoparka Amedê bi tevlîbûna sedan kesî pêr dest pê kir. Ma Muzîk bi xebatên xwe yên hûnerî derdikeve pêşberî hunerhezan. Di roja yekemîn a rojên Ma Muzîkê de Orkestraya Zarokan konsera ritmên xwezayî li darxist. Beşdarên konserê li ber stranên zarokan demên kêfxweş derbas kirin. Zarokan bi dûrişmeya “Em şer naxwazin” dest bi konserê kirin û li ser hev stranên xwe yên bi ritmên xwezayî pêşkeş kirin. Di dawiya konserê de beşdaran li ser piyan ji bo zarokan li çepikan dan. Piştî ku konser bidawî bû mamosteyê muzîkê û berpirsiyarê Ma Muzîk Centerê Şêrko Kanîwar axivî û diyar kir ku li gel hemû qedexeyan ew ê li her derê stranên Kurdî bêjin û da zanîn ew ê li her kolanê, her gundî û hemû taxan stranên Kurdî bistrên.
Li gorî bernameya çalakiyan 13’ê Tîrmehê -Dîwana Muzîkê/ Pêşangeha xwendekarên kursan Gîtarma, Tembûrma, Perkusyonma wê li Ma Muzîk Center li gorî saeta Amadê 19:00 li dar bikeve. Her wiha 15’ê Tîrmehê konsertek wê were lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN