Mihrîcana Şanoya Amedê ya 7’an di 26’ê Nîsanê de dest pê bike. Şanoger Yavûz Akkûzû yê ku di organîzasyonê de cih digire, li benda xelkê Amedê ye ku beşdarî vê mihrîcanê bibin.

Mihrîcana Şanoya Amedê ya 7’an ku wê sibe (26’ê Nîsanê) dest pê bike, heta 5’ê Gulanê jî dewam dike. Ji Amed, Wan û Stenbolê gelek komên şanoyê beşdarî mihrîcanê dibin û her wiha ji Mahabadê jî komek beşdarî vê mihrîcanê dibe. Mihrîcana îsal diyarî şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya tê kirin ku par jiyana xwe ji dest dabû.

Şanorger Yavûz Akkûzû, diyar kir ku ew ê mihrîcana îsal diyarî lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya bikin ku par ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû. Akkûzû, anî ziman ku ew ê di mihrîcanê de bi şanoya xwe ya der barê çalakiyên greva birçîbûnê de jî hin peyaman bidin û balê bikişînin ser tecrîdê.

Xwe jê nehêlin

Akkûzû da zanîn ku merasîma destpêkirina mihrîcanê wê li hola Şanoya Bajêr Amedê bê lidarxistin û got: “Piştî merasîma destpêkirinê, mihrîcan wê li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin. Em li benda temaşevanên xwe ne. Hêza hunerê ya ku mirovan bîne cem hev heye. Ez bawer dikim wê temaşevanên me jî li ser vî esasî tev bigerin û xwedî lê derkevin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî ku qeyûm şaredariya Amedê dagir kiribû, ev ê bibe cara yekê ku Şanoya Bajêr a Amedê wê li hola şaredariyê jî lîstikan pêşkêş bike.

 

MA / AMED