Li Amedê bi hezaran kes, piştî cenazeyên Şerdil Cengîz û Şiyar Salman defin kirin, ber bi wî cihî ve ku her du ciwan lê hatin qetilkirin, meşiyan. Amedî piştî rêzgirtina li cihê ku ciwan lê hatin qetilkirin, ji bo tevlî Civîna Koma Meclîsa HDP'ê bibin ber bi Ofîsê ve meşiyan. Dema xelk gihîşt Ofîsê, polîsên dewleta Tirk bi bombeyên gazê û ava bi şid dest bi êrîşê kir.

Tevî êrîşa polîsan jî Amedî beşdarî koma parlemanê ya HDP´ê bûn.  Welatiyên  beşdarî civîna Koma HDP'ê bûn piştî ku civîn bi dawî bu ji bo şermezarkirina qedexeya derketina derve ya li Sûrê ber bi Meydana Şêx Saîd ve dest bi meşê kir. 

Koma HDP'ê civîna xwe ya hefteyî li Salona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist, piştî civînê ber bi Meydana Şêx Saîd ve xelkê û parlemanteran dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Teslîm nebe, li ber xwe bide" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" tên gotin. Polîsan pêşiya girseyê girt. Lê li gel astengiya polîsan jî meşê heta ku nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir.


Sûr li ber xwe dide

Li Sûrê jî qedexeya derketina derve di roja xwe ya 15´an de ye. Doh, di roja 14´an a qedexeyê de tîmên taybet û çekdarên din ên dewleta Tirk êrîşên xwe bi ser xwerêveberiyê de zêde kirin. Tîmên taybet êrîşên xwe yên nexasim li derdora mizgefta Kûrşûnlû zêde kir. Ji ber van êrîşan li gorî agahiyan bi dest ketî, 5 kes birîndar bûn. Tîmên taybet bi guleyên bombeavêjê ji heman malbatê 4 kes birîndar kirin. Hat zanîn ku  tîmên taybet li meydana mizgefta Kûrşûnlûyê welatiyekî din jî birîndar kir. Birîndar ji aliyê welatiyên taxê ve tên dermankirin. 


 AMED