FRANKFURT: Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê hat şermezarkirin. Çalakgeran AKP ji êrîşê berpirsyar girt û derbaskirina benda hilbijartinê weke bersiva herî baş bi nav kir. 


KOLN: Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Elmanya Kolnê pêr êvarê li ber Dêra Domê a Dîrokî kom bûn û êrîşên bombeyî yên li dijî gelê Amedê lanet kirin. Beşdarên mîtîngê posterê mezin a HDP'ê hilgirtin û banga kombûna li dora HDP'ê kirin. 


DORTMUND: Li Dortmûndê jî Kurdistaniyan û dostên wan komkujî şermezar kir. Bi sedan kes di çalakiyê de amade bûn. Li Meydana Reîgoldkîrche axaftvanan  got,  AKP wê hesabê komkujiyê bide. 


MARBÛRG: Li bajarê Elmanya Marbûrgê jî komeke YXK'yî ya ji 50 kesî li ber HBF civiya û êrîşa li Amedê şermezar kir. Ciwanan banga destekkirina HDP'ê kirin. Ciwanên broşur belav kirin û bal kişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 


STUTTGART: Li bajarê Elmanya Stûttgartê jî êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, bi awayekî girseyî hat protestokirin. Nûnerên pêkhateyên HDP'ê AGÎF, AABF, DÎDF û Meclîsa Gel a Demokratîk li vir axivîn û komkujî protesto kirin. Endama Komîteya Amadekar Ayfer Ber di axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên li hemberî HDP'ê bi destê dewletê ne û êrîş wê ti carî wan netirsînin.


WUPPERTAL: Li bajarê Elmanyayê Wuppertalê Meclîsa Jinan a Viyan û NAV-DEM Wuppertalê meşek li dar xist. Di axaftinên dema meşa protestoyî de êrîşên li hember HDP’ê hatin şermezarkirin. 

NURNBERG: Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê li bajarê Elmanyayê  Nurnbergê jî bi meşekê hat şermezarkirin. Meşê li Hallplatz destpê kir, heta Lorenzkirche devam kir. Di çalakiyê de Kurdistanî, di navê de DIDF, ATÎF, ATÎK, PARTÎZAN jî gelek rêxistin, kesayet û komên Tirkiyeyî jî amade bûn.


BIELEFELD: Kurdistaniyên li bajarê Bîelefeld û derdora wê li ber Hauptbahnhofê kom bûn û êrîşa li dijî HDP´ê şermezar kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin. Tevî Parlamentera Eyaleta Hambûrgê ya Die Linke Cansû Ozdemîr û parlamenterê Federal Selîm Dagdelen bi qasî 350 kesî amade bûn.


DUISBURG: Kurdistaniyên li Dûîsbûrgê jî komkujî şermezar kirin. Di çalakiyê de li ser navê Însiyatîfa Kurecikiyan Hasan Elîgul û li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Rejîn Edealî daxuyanî xwendin.


MUNCHEN:  Li Munchenê jî êrîşa bombayî ya li dijî HDP'ê  hat protestokirin. Bi qasî 200 kesî beşdarî mîtînga ji aliyê DÎDF û hêzên demokrasiyê ve organîzekirî bûn. Di çalakiyê de li ser navê Platforma HDP'ê ya daxuyaniyek hat dayin û êrîş hat şermezarkirin.


ROTTERDAM: Li bajarê Hollandayê Rotterdamê Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û êrîşa li Amedê şermezar kirin. Girseyê dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Şehîd Namirin”, “Em HDP em ê Meclîsê” gîr dan. 


BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê li ber Parlemana Ewropayê jî Kurdistaniyan êrîşa dewleta Tirk şermezar kir. Mîtînga ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê ve hat lidarxistin, li hember Erdogan û desthilatdariya AKP’ê hêrs zêde bû. Hevseroka KCD-E Dilşa Osman, axaftvanên mayî got, gelê Kurd weke bêrê wê van polîtîkayên komkujiyê pûç bike. 


PARÎS-BORDEAUX: Li paytexta Fransa Parîsê û bajarê Bordeaux êrîşa li Amedê hate şermezarkirin. Li Parîsê Kurdistaniyan û tevgerên çep ên Fransî bi yek dengî bi dirûşma,  “Bibe yek, bibe yek, li hember faşîzmê bibe yek” meşiyan.

Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî û tevgerên anarşîst êrîşên li hember HDP’ê şermezar kirin. Li Bordeaux  jî pirranî jin û ciwan bi sedan kes beşdarî meşê bûn û çelenga reş danîn ber Serkonsolosxaneya Tirk. 


STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê jî Kurdistaniyan êrîşa li dijî HDP’ê ya bombeyî protestokirin. Bi sedan kesên li Meydana Sergelê civiyan. Di çalakiya li ser banga Komeleya Jinên Kurd a Amara hat lidarxistin de, Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Redar Lawen peyivî û êrîşên bombeyî yên li Amedê şermezar kir.


KOPENHAGEN: Kurdistaniyên li bajarê Kopenhag ê Danîmarka yê jî êrîşa bombeyî ya li Amedê bi mîtîngekê  şermezar kir. Mîtîng ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka (FEY-KURD) ve li Nytorv hat lidarxistin. Namzeta Partiya Yekîtiya Sor-Kesk (Enhedslisten) Soren Sondergaard, namzetê herêma Kopenhag a Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarka (SF) Serdal Benlî, namzetê herêma Kopenhag a Partiya Sosyal Demokrat Lars Arslan Rasmussen, namzetê Partiya Muxalefetê Venstre Mads Fuglede êrîş şermezar kirin.


LONDON:  Êrîşên li Amedê pêk hat li paytexta Ingilîstanê Londonê bi tevlîbûna hezaran kesî bi meşekê hat şermezarkirin. Girseya li ser banga saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî li Qada Trafalgar kom bû, êrîşên li hember HDP’ê şermezar kir. Di axaftinan de hat diyarkirin ku berpirsyarê êrîşa bombeyî AKP ye û ti tişt nikare vê meşê rawestîne.


LINZ-INNSBRUCK-GRAZ: Li bajarê Lînz, Înnsbruckê û Graz ê Awûstûrya  êrîşa bombeyî ya li Amedê hate şermezar kirin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN