Bêhtirî salekê di ser mirina Amed Amed re (Amed Ehmed) bihurîn. ew li hepsa Kleve ya li eyaleta Elmanyayê Nordrheinwetfalenê (NRW) 29´ê Îlona 2018´an di encama şewatekê de miribû. Paşê derketibû holê ku Amed Amed ê ji Efrînê bi neheqî hatiye girtin. Piştî bi salekê jî ti kes ji bo vê bûyera dijmirovane ya şewitandina kesekî di hepsê de nehat dadgehkirin. Dosyaya li ser bûyerê ku di encama lêkolînên komîsyona lêkolînê ya parlamena eyaletê de hat amnadekirin, eşkere nîşan dida ku qeydiyên Amed Amed ên li Hamburgê piştî girtina wî gelek caran hatine guhertin. Amed Amed ê ku polîs ew girtî, tevî ku ti sedem nebû jî polîs bi hîle û xapan fermana girtinê ya polîsê Hamburgê ji bo Amed Amedekî ji Maliyê û reşik kir hincet û Amed Amed ê ji Efrînê di hepsê de hişt.
Hingê lêkolînên bernameya Monitorê derxistibû holê ku di dema şewatê de jî memûrên hepsa Kleve demeke dirêj hîç guh nedan zengilê hewarê ku Amed Amed lê daye. Yanî di bûyerê de du skandal hebûn: yek jê bi neheqî girtina Amed ê 26 salî, û ji bo dewama girtîbûna wî guhertina daneyên di qeydiyên polîsan de; ya din jî şewitandin yan jî destwernedana şewata di hurcreya wî de.
Îdareya eyaletê jî, dibêje, şaşî li vir û û şaşî li wir bû; qet mirovbûna Amed nayê dîtin; beriya her tiştî vedişêrin ku rasîzma sazûmankirî li Elmanyayê dikuje.
Endamê Komîteya Hiqûqê ya Parlamena Eyaleta NRW yê ji Partiya Keskan Stefan Engstfeld ji bo bûyerê got, “Komîteya lêkolînê û lêkolînên din nîşan dan ku wezîfedarên polîs bi hefteyan derfeta wan hebû ku şaşîtiya di kewara daneyên kompûterê ya polîs de hîna beriya mirina Amed Amed (Amed Ehmed) bibînin.” Lê wan nedît, û destwernedana şewatê jî nedîtin. Bi ser halan de kesên ku Amed kuştin yan jî bûn sedema mirina wî bi ti awayî heta niha nehatin dadgehkirin, ji wan hesab nehat pirsîn.
DUSSELDORF