Belgefîlma ‘Sara-Jiyana min her şer bû’ ya li ser jiyana yek ji damezerînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, rastî eleqeyeke mezin hat.

Gala li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a li Amedê pêk hat. Di dokûmanteran ji 95 deqeyan de, jiyana yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz hat vegotin. Çîroka ji Dêrsimê dest pê dike, dîsa li Dêrsimê diqede.


Li 3 salonan hat nîşandan

Dokûmanter li 3 salonan hat nîşandan. Tevî Cîgira Serokê Koma HDP’ê Çaglar Demîrel û parlamenterên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Ûca û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a bi Sakîne Cansiz re li Girtîgeha Amedê ma, gelek kesî li belgefîlmê temaşe kirin. Ji ber ku cih li salonan nema, gelek mirovan li ser piyan li dokûmanterê temaşe kirin.


Şipiya çepikan dan

Piştî nîşandana dokûmanterê, temaşevan demeke dirêj şipiya çepikan dan. Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz dûre derket ser dikê û diyar kir ku vegotina Sakîne ne karekî hêsan e û got, “Duh Sakîne û hevrêyên wê qetil kirin, îro hînê jî qetil dikin. Ji tilîliyên jinên Kurd ditirsin. Ti carî dev ji tilîliyên xwe bernedin.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî da xuyakirin ku jiyana Sakîne Cansiz manîfestoeyke şoreşgerî ye. 


Têkoşîna ‘Sara’ Li Dirbêsiyê jî bû

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dirbêsiyê jî di pêşengtiya Komîna Fîlm a Rojava de nîşandana yekemên hat lidarxistin.

Nîşandana belgefîlma  ‘Sara-Jiyana min her şer bû’  di salvegera sêyemîn a şehadeta Sakîne û rêhevalên wê di 9’ê Çileyê de hat lidarxistin û gelek sînemager, hunermend, nivîskar û nûnerên saziyan tev derhênera fîlm lê amade bû. 


 AMED/DIRBÊSIYÊ