Derbarê îdiayên PKK amade ye tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe, Macîd Cebar wiha peyîvî; “Têkiliyên hikûmeta Iraqê di mijara rizgarkirina Mûsilê de têkiliyên wê li gel PKK’ê hene. Belê di vê mijarê de hîn zêdetir niha li gel hêzên pêşmergeyan danûstandin dike. Bi taybetî jî derbarê mijarên nîşankirina hedef û lojîstîkî de.”
Her wiha Macîd Cebar dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Hikûmet ji bo eşîr û Heşdî El Şeebî tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin derfet dide. Lê di vê mijarê de hêza bingehîn artêşa Iraqê ye. Li gor pêwîstiyê wê polîs jî tevlî bibin. Têkildarî îdiyaên ku hinek aliyên siyasî naxwazin Heşdî El Şeebî tevlî oparasyonê bibe, ger pêwîstiyek zor zerûrî çênebe wê tevlî nebe.”
BEXDA