Koma Helbestê ya Amedê ya ku ji du hefteyan carekê pirtûkeke helbestê dinirxîne vê hefteyê pirtûka şair û nivîskar Mizgîn Ronak a girtî nirxand. Di nirxandina Koma Helbestê ya Amedê de pesnê pênûsa xurt a Mizgîn Ronak hat dayin.
Koma Helbestê ya Amedê ya ku ji du hefteyan carekê pirtûkeke helbestê dinirxîne vê hefteyê pirtûka Helbestkar û Nivîskar Mizgîn Ronak a helbestê û bi navê Dilavî ku hatina wê ji bo Kobanê hatibû veqetandin, nirxand. Mizgîn Ronak a ku cezayê muebbetê lê hatiye birrîn û di Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê de ye, heta niha şeş berhem weşandine. Wê berhemên xwe Sêv Jî Me Dikujin (Helbest), Em Bûn Baran (Roman), Dilavî (Helbest), Nobedarên Gulên Kobanê (Roman), Gorçiya (Roman), Rojhat (Roman) li girtîgehê nivîsandine. Xwişka Mizgîn Ronak, Dîlan Aydin jî beşdarî nirxandina pirtûkê bû.
Bi Kurdewarî dinivîse
Di destpêka nirxandina pirtûka Mizgîn Ronak de xwişka wê Dîlan Aydin got, ”Mizgîn Ronak bi pênûsa xwe ya geş bandorek erênî li ser têkoşîna jinên Kurd dike. Ew bi hestên Kurdewar û bi zimanê dayika xwe dinivîse û hewl dide ku zilm û zordestiyên li ser axa Kurdistanê neyên jibîrkirin. Mizgîn a ku di 17 saliya xwe de beşdarî nav refên tevgera têkoşîna azadiyê bûye, her dem bi evîna nivîsandinê dijîya. Nivîsa wê ya yekem di Rojnameya Welat de hat weşandin. Piştî çalakiya fedaî ya Zîlanê wê helbesta bi navê Zîlan Zîlan nivîsand. Wê her dem bi kedeke mezin têkoşîn û keda jinên Kurd ên leheng derxiste pêş.”
Pênûsek azad
Piştî axaftaina Dîlanê pirtûka helbestê ya Mizgîn Ronak a bi navê Dilavî ji aliyê endamên Koma Helbestê ya Amedê hat nirxandin. Endamên Koma Helbestê derbarê pirtûkê de got, Mizgînê kirasê sîstemê yê ku lê hatiye kirin, çirandiye û bi pênûseke azad û hestên Kurdewarî dinivîse.
Di dawiyê de helbestên Mizgîn Ronak ji aliyê endamên Koma Helbestê ya Amedê û ji aliyê xwişka wê Dîlan Aydin ve hatin xwendin.
JINNEWS / AMED