Cenazeyê Azîz Îlhan (48) ê di roja 25’emîn a di berxwedana Sûrê ya Amedê de hate qetilkirin ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl hate wergirtin û li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Piştî ku wecîbeyên olî li mizgefta Yenîkoyê hate bicihanîn darbesta Îlhan bi flamayên kesk û sor û zer hatiye pêçan, anîn cihê bê definkirin.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi sedan kesên ku alên PKK’ê hilgirtin dirûşmên “Şehîd namirin” “Ji yên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav” ve cenaze hate definkirin. Di merasîmê de kurê Îlhan ê astengdar e û nikare biaxive ji ser xwe ve çû.
‘Ên temaşe dikin bila nebêjîn dê dor neyê wan’
Hevsera Îlhan, Mensure Îlhan, bi awayeke bêdeng definkirina hevserê xwe temaşe kir. Di merasîmê de li ser navê malbatê Umît Atli axivî û diyar kir ku Kurdên ku nêzî dewletê disekinin jî şirikên vê êşê ne. Atli bi lêv kir ku ew ê li hemberî dewleta Tirk serê xwe netewînin. Atli wiha got: “Heke em weke gelê Kurd nebin yek, her roj yekî me dê bi vî rengî bê qetilkirin. Yên ku van qatlîman temaşe dikin bila nebêjîn dê dor neyê wan.”
AMED