Biryarên sereke ya kongra damezrêner a perwerdehiya civaka demokratîk ku di 15’ê hizêrana 2015’an de li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, avakirina zanîngehekê li hersê kantonên Rojava bû û dê herî zêde di salekê de were bi dawîkirin.

Derbarê pêwîstiya avakirina vê zanîngehê Endama Komîteya Amadekar a Kongra Damezrêner a Perwerdehiya Civaka Demokratîk Batûfa Çekdar destnîşan kir ku armanca avakirina vê zanîngehê ew e ku rewşa zanistî, perwerdehî û çespandina sîstema perwerdeya civaka demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ye.


Akademiyên Rojava

Batûfa Çekdar destnîşan kir ku bi dehan peymangeh û akademiyên li Rojavayê Kurdistanê di asta jor de rewşa perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê pêş dixin û ji bo ku rewşa perwerdehiyê bêtir pêş bikeve pêdivî bi mamosteyên pispor heye û wiha got: “Em dixwazin sîstema perwerdehiya civaka demokratîk li gorî mînaka civaka xwezayî û demokratîk ku mafên jinan têde bingeh in, li Rojava pêş bixin. Ji ber vê yekê û ji bo avakirina nifşekî nû ku xwe bispêre fikra demokratîk, pêwîstî bi biryara vekirina vê zanîngehê li hersê kantonên Rojava hebû.”


Fikir û ramana azad

Batûfa got ku ku zanîngeh dê li ser bingha fikra azad û azadiyê were avakirin û dê têde meteryalên ku xizmeta zihniyeta fikra civaka demokratîk û ekolojîk dike, werin dayîn û têde azadiya jinan û exlaqên siyasî bingeh bin.

Batûfa da zanîn ku Komîteya Amadekirina meteryalan ji mamosteyên pispor pêk tên û dê mamosteyên pispor ji bo hemû beşên zanîngehê diyar bikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Wergirtina bawernameyeke zanîngeheke dewletan ne şert e, lê belê divê karibe fikra azad û rasteqîn û ronakbîriyê bigihîne şagirtan.”


EKREM BEREKAT/ANHA/QAMIŞLO