Li Colemêrgê bi demsala payîzê re hemwelatiyan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Bi taybet hemwelatiyên li gundan dijîn ji ber zivistan li herêmê pir dijwar derbas dibe ji niha ve dest bi xebateke berfireh kirine. Li herêma Berwar a Colemêrgê gundê bi navê Orîte yek ji wan gundan e ku di sala 1990'an de ji aliyê dewletê ve hat valakirin û şûnde bi qanûnên hatin guhertin re careke din gundî vegeriyan gundên xwe û ji bo jiyaneke ji nû ve dest bi hewldanan kirine. Gundiyên ku bi salan neçarî jiyana bajaran hatin kirin bi vegera gundên xwe re careke din dest bi karên xwe yên çandinî û sewalvaniyê kirine.

Niştecihên gundê Orîte ji ber pirsgirêkên aborî tenê dikarin çend sewalan xwedî bikin. Zilamên gund geyayên kom dikin ji bo firotinê ku dibin bajer ligel wê jî darên hişk paqij dikin da ku ji bo zivistanê bi kar bînin. Jinên gund jî bi karê hişkirina sebze û fêqiyan re mijûl dibin.

Kar tê parvekirin

Jin ligel wê şîlan û cehter jî kom dikin, hinekî ji bo xwe radikin û yên din jî difiroşin da ku tevkariyê ji aboriya malbatê re bikin. Sidika Kaya ya yek ji niştecihên gund e, cehter û şîlanan kom dike û der barê vê mijarê de wiha dibêje, "Li gundê me di vê demsalê de zilam, daran û giya kom dikin, ciwan û jin jî bi karên komkirina gûz, fêkî, sebze û hwd. re mijûl dibin. Di zivistanê de bi taybet em ji şîlanan pir feydeyê dibînin. Ji bo sermagirtinê baş e. Em kîloya wê jî bi 2 TL difiroşin." Kaya di dewama axaftina xwe de got ku ji jiyana gund pir hez dikin û got, "Em li gund mezin bûn. Li wan gundan dîroka me û bîranînên me hene. Jiyana bajaran gelek zehmetî da me."
Hemwelatiya bi navê Meryem Besî ya ji Colemêrgê hatiye serdana xwîşkên xwe diyar kir ku ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê timî duayan dike û ev xusûs diyar kir, "Ji Xwedê yekane daxwaza min ev e ku birêz Ocalan bê berdan. Ez hêvîdarim tevayî girtiyên me azad bibin û û em bigihêjin zarokên xwe yên çiyê."

'Em ji bo zivistanê daran kom dikin'
Nedîm Ozer ê bi motorê di destê xwe de darên hişk qut dike diyar kir ku hin ji wan daran ji bo banê mala xwe çêbike bi kar tîne û yên din jî ji bo zivistanê bişewitînin amade dike. Azîz Kaya da xuyakirin ku tevî zorî û zehmetiyan jî jiyana li gund ji ya bajaran xweştir e û ev mijar bilêv kir: "Bi hatina payîzê re karên me zêde bûn. Giyayên ku me bi patozê çandine, em niha kom dikin. em hinekî li navçe û gund difiroşin û bi vî awayî jî em debara xwe dikin. Bi nifûseke 24 kesan jiyan zehmet e." Kaya axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, "Piştî gund hatin valakirin, mala me ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin. Ez niha di dibistana gund de dimînin. Min xaniyekî nû ji xwe re çêkiriye, lê hîn neqediyaye. Çawa be jî em li gundê xwe şad in."


HAMZA GUNDUZ/DÎHA/COLEMÊG