Beecroft, di civînê de got ku ji bo çareseriya aloziyên dawî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêdivî bi hewldanên herdu aliyan heye.
Di civîna navbera Balyozê DYA’yê yê Iraqê Robert Stephen Beecroft û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de xala serekî nakokiyên hikûmeta navendî ya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Piştî Hêzên Operasyona Dîcle yên bi ser Bexdayê ji navçeyên veqetayî yên Başurê Kurdistanê re hatin veguhestin, sîtil û beroşa şer dîsa dest bi kelê kir.
Beecroft derheqê nakokî û aloziyên dawî yên li navçeyên veqetayî de fikarên welatê xwe anî zimên û got ku ji bo çareseriya pirsga navçeyên veqetayî, divê hemahengî di navbera hikûmeta navendî ya Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêk bê, di rêya çareseriyê de pêwîste herdu alî jî bên razîkirin. Di civînê de Barzanî jî rewşa dawî ya li navçeyên veqetayî wekî ‘rêyeke neqanûnî’ bi nav kir û wiha axivî: “Ev rewşa he bi ti awayî nayê qebûlkirin. Herwiha di rêya çareseriya bingehîn de bêyî ku serî li hêzên leşkerî bên dayîn, deriyê diyalog û gotûbêjan jî her tim vekirî ne.”
Barzanî da zanîn ku bi hemû aliyên siyasî yên Iraqê re ji bo çareseriyê pêwendî danîne û derbarê pêşketinên dawî de fikarên xwe derbirîne. Barzanî destnîşan kir ku deriyên diyalogê vekirî ne, her kîjan alî di êrîşkirinê de pêdagir be ew ê bi hemû hêzên xwe bersiva wan bidin.
Barzanî diyar kir ku ev hemû aloziyên dawî ji ber bicihneanîna madeya 140 a destûra bingehîn a hikûmeta navendî rû didin. 

HEWLÊR