Heman çavkaniyê aşkera kiriye ku, derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê de, wezirê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, Wezira Karên derve ya Emerîka Hîllary Clinton û Nûnerê taybet yê Sûriyê yê Netewên Yekbûyî Exder Ibrahîmî, li Paytexta Îrlandayê, dê werin ba hev.Li gorî nûçeyeke BBC hin sînatorên Konseya Amerîkayê gotine ku ew heta dawî dê piştgiriyê bidin serokdewt Barack Obama heke biryara destwerdaneke leşkerî a li dijî Sûriyeyê bide. Koma sînatoran ji alî sînatorê komarparêz John Makîn ve tê birêvebirin û li gorî gotinên wî hemû Konseyî amade ye ku biryara destwrdanê erê bike da ku rê li ber rejîma Esed bigire ku çekên kîmyewî bikar bîne.
ŞAM