Gelê bajarê Amûdê birînên komkujiyê ku 283 zarok hatibûn şewitandin, bi paqijkirina bajêr a ji hêzên rejîmê û avakirina xweseriya demokratîk derman dike.
Ji ber ku sînema biçûk bû û têrî hemû zarokan nedikir, salon bêyî ku navber bê dayîn, 2-3 caran li ser hev hate bikaranîn. Cara dawî, nêzîkî 400 zarokan ku piraniya wan xwendekarön dibistana seretayî bûn xistin hundirê salona sînemayê. Di vê demê de ji nişka ve agir bi motora sînemayê ket, li tevahiya avahiyê belav bû. Bi sedan zarokên kurd di nav agir de man, lê tevî vê yekê jî, rayedarên dewletê mudaxeleya şewatê nekirin. Di encama şewatê de 283 canên biçûk jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn, her Heta niha jî nayê zanîn ka şewat çawa derket, lê balkêş bû ku dewletê ne wê demê, ne jî piştre, der barê şewatê de, tu lêpirsîn venekirin. Heta niha jî kurd, guman dikin ku di bûyerê de destê dewletê yan jî destê hin derdorên tarî yên di nav dewletê hebe, lewre jî bûyer wekî, “Komkujiya Sînemeya Amûdê” hate binavkirin.
Bajarê ku bi destpêkirina şoreşa Suriyeyê re, ji aliyê gel ve ji hêzên rejîmê hate girtin, çend roj beriya niha jî bermahiyên din ên rejîmê jî paqij kirin. Şêniyên Amûdê ku piştî paqijkirina hêzên rejîmê, dest mi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin, bi vê yekê birînên salan, hêdî hêdî derman dike.
Amûdî, cara yekemîn wê îro cangoriyên komkujiya sînemaya Amûdê, bêyî zulma rejîmê, bi awayekî azad bibîr bîne. Merasîm dê sibe li ber avahiya sînemayê ku peykerê cangoriyan lê hatiye çêkirin, bê lidarxistin. 

ANF/AMÛDÊ