Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê, daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Şehbayê şermezar kirin.
TEV-DEM`ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li ser Efrînê meşek lidar xist. Bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê tevlî meşê bûn. Girseya gel daxwaza azadiya Ocalan kirin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrîn û Şahbayê şermezar kirin.
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, Serokê Meclîsa Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan û cîgirê wî Husên Ezam, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzişê Hemrîn Elî, Hevseroka TEV-DEM`ê ya Kantona Cizîrê Edalet Umer û Hevserokê Desteya Kar û barên Şehîdan Bawer Xelo jî di nav de bi sedan welatiyên Amûdê tevlî meşê bûn.
Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê kir. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEAV-DEM`ê û pankartên bi nivîsên ʺAzaadiya Rêber APO azadiya me ye, Na ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanʺ hilgirtibûn.
Girseya gel di kolanên sereke yên bajêr re meşiyan, paşê li qada Şengalê kom bûn. li qadê deqeyeke rêzgirtinê hat lidarxistin. Hevseroka TEV-DEM`ê ya Kantona Cizîrê Edalet Umer axivî û dest nîşan kir ku ew ê bi saya fikir û felsefeya Ocalan li hember dijberan biser bikevin.
Êrîş li dijî hişmendiyê ne
Edalet Umer bal kişand ser wê yekê ku tecrçîda li ser Ocalan ji bo qirkirina gelê Kurd û şikandina vîna gele ku daxwaza mafê xwe yê rewa dike.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan jî axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku êrîşên îro, êrîşên li ser fikir û felsefeya Ocalan e û diyar kir ku gelên herêmê bi saya fikir û felsefeya Ocalan gihiştin vê qonaxê.
AMÛDÊ