Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin. Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG`ê Dilo Hesekê ku di pêngava “Şerê Tinekirina Terorê” de şehîd bûbû, spartin axê.
Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG`ê Dilbirîn Hac Yûnis (Dilo Hesekê) ku 6`ê Sibatê di qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeyê ve bir.
Li goristanê piştî rêzgirtinê, şervanên YPJ û YPG‘ê merasîme eskerî çêkir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê Mihemed Seîd Ferso û bi navê fermandariya YPG`ê Agirî Jînda, li vir axivîn, sersaxî ji malbata şehîd Dilo Hesekê re xwestin. Qisekeran diyar kir ku şehîd Dilo Hesekê ji bo parastina destketiyan, azadî û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kir û wiha got:”Şehîd Dilo bû stêrkek li ezmanê me da ku rêya me ronî bike.” Paşê hevseroka Meclisa navçeya Amûdê Selwa Silêman nasnameya şehîd Dilo Hesekê xwend û radestî malbatê kir.
Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi diruşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.
ANHA / QAMIŞLO