Kawa NEMIR
Helbestkara Emerîkan. Li herêma New Englandê wekî keça malbateke dewlemend ji dayîk bû. Binemala Lowellan bi xêra hêza xwe ya civakî û aborîyî rewşa herêma xwe serdanpê guherand, gelek veberhênanên aborîyî û karên xêrxwazîyê kirin. Her wiha, hemû mêrên Lowellan xwendina xwe di Zankoya Harvardê de kuta kirin, jinên wan ji vê delîveyê bê par mane wê hingê.
Amy Lowell di 9’ê Reşemeya 1874’an de li Brooklinea Massachusettsê ji dayik bû. Bi tenê di navbera deh û hevdeh salîya xwe de çû dibistanê. Pirtûkxaneya malbata wê zehf fireh bû, wê bi xwe xwe perwerde kir, her wiha ji yaneya pirtûkan a bi navê Boston Athenaeum gelekî sûd wergirt. Wê hê di zarokatîya xwe de ji nivîsînê hez dikir, lê nivîskarîya wê ya bi pisporî, di 1912’an de, di sî û heşt salîya wê de dest pê kir. Wê salê, dîwana wê ya pêşîn, A Dome of Many-Coloured Glass (Qubeyeke Cama Pirr-reng) hate weşandin, vê dîwanê gelekî deng veda, rexneyên erênî wergirtin.
Kovara çandî û wêjeyî, Poetryyê, di 1912’an de dest bi weşanê kir. Ev kovareke biçûk bû, lê kartêkirinek anî mexderê ku kesî jê hêvî nedikir. Bizava Îmajîst ta radeyekê xwe di vir de nîşanî girseyan da, kovarê derîyê xwe ji gelek helbestkarên mezin re vekir, her wekî Eliot, Pound, Sandburg, Frost, D. H. Lawrence, H. D. (Hilda Doolittle), Richard Aldington û ê.d.. Wan çaxan, Amy Lowell çû Îngilistanê, dîtina Pound, H. D. û Aldington. Veguherana tund a helbesta Amy Lowellê, esas piştî ku wê helbestên H. D.’yê xwendin, rû da. Wê bi wî awayî Îmajîzm pejirand û pêşengîya Îmajîzmê ji destê Pound girt. Pound belaya xwe ji Amyyê venekir, bi tinazî got, êdî navê vê bizava hunerî Amyîzm e. Lê Amyyê hişkehişk bi kuja vê bizavê girt, du antolojiyên bi navê Six French Poets (Şeş Helbestkarên Fransiz, 1915) û Tendencies in Modern American Poetry (Mêlên Di Helbesta Emerîkan a Nûjen De, 1917) çap kirin da ku bingehên Îmajîzmê dîyar bike.
Dîwanên Amy Lowellê, Sword Blades and Poppy Seed (Devên Şûran û Tovê Pitpitokan, 1914), Men, Women and Ghosts (Mêrekan, Jinekan û Sawêrekan, 1916), Can Grande’s Castle (Keleha Can Grande, 1918), Pictures of the Floating World (Sûretên Cîhaneke Li Ser Avê, 1919) û Legends (Efsanename, 1921), çu caran yekcar nebûne îmajîst, gelek helbestên dirêj î çîrokî û pexşanehelbestên rojnameyî bi xwe ve digirin. Li derine helbesta wê em çav bi şayîkîya zimanê Whitman û risteyên fesîh ên Carl Sandburg dikevin. Wê peyvsazîyeke sîmbolîk a kulîlkan û rengan wekî kereseya helbesta xwe bi kar anîye.
Di 12’ê Gulana 1925’an de, 51 salî bû, li bajarê wê yê jidayîkbûnê xwîn pekîya ser mêjîyê wê û wê jîyana xwe ji dest da û di Gorristana Mount Auburnê de hate veşartin.
* Nîşe: Ji bo ku zanyarîya der barê arşîva xebatên min ên wergerê de li vir tomar bibe, ji 1997’an heta niha min 140 helbestên Amy Lowellê ji Îngilîzî wergerandine Kurdîya Kurmancî û ev hê jî wekî pirtûk nehatine weşandin. (K. N.)
Pirtûka Keviran û Şilêran
Ez pirtûkekê dixwînim,
Yeke navzêrîn,
Bi xwînê hatî nivîsîn
Li ser pelekî agirîn.
Û peyvên pirtûkê
Spîpoş kirî bûn,
Bi rengên pilingan,
Ew pê geş dibûn.
Peyvên herîr strandinMîna koroyeke melekan,
Û baskên wan ên argon
Agir berdane esmanan.
Paşê min li ser nivîn serî rakir,Guh bi ser de kerr kir tim,
Û peyvan bi pûtepêdan strandin,
Ku min dikaribû bibihîzim.
Şeva tarî vebûMîna zengilekî zîvîn,
Û min bihîst bê çi bû
Yeqîn peyv dibêjin:
“Biheşt pak e.
Nepakî Dojeh e.”
Şev hate girtinMîna zengilekî zîvîn.
Lê peyvan hîn jî strandin,
Û min pak guhdarî kir hîn.
Min bihîst bayên daranMelisîn û gurmijîn,
Min dîtin pêlên hêşîn
Li ser peraveke kevirîn.
Min dîtin baskên şînLi nava perpitîna agirî.
Destên min zeft kirin pûrtên
Vîyanê gişî.
Ez girîyam bo çakûçan,
Bo destxeteke misê zer,
Belam germ bû gîyanê min
Her wekî şûşeya terr.
Paşê peyvên geşegeş,
Giş sertaser spîpoş,
Rawestîyan li nava çembera şeva zîvîn
Û strandin:
“Tehb û Sehb Şadîya Abadîn.
Tehb û Sehb yekane jîyan.”
Û kezîyên goştê minbûne mîna bandoyan,
Û şûşeya gîyanê min hişk bû û teyisî
Ji hemû agiran, ez ketim pey ku bigihîjime xwegorrîkirinan
Li seranserê xunav û zêrînîya rojeke teze.
Şi’êra Ku Hat Şandin Piştî Ku Min Bihîst Wekî
Wang Ch’ang-ling Sergomî Lung Piaoyê Kirine
Nivîsî Li T’ai-po
Li Yang Chouyê, kulîlkên daran diweşin. Şevhelû dixwîne.
Li min tesele dibe ew dibêje wekî tu diçî Lung Piaoyê – wekî
tu yê derbas bibî di Pênc Robaran re.
Ez î kul û kesera dilê xwe kewkîyî heyva bi nûr û neder dikim
Wekî ew bikaribe, xût mîna bînayîya çavan, bide pey bê
û xwe bigihîne Rojavayê Yeh Langê.
Tava Geş
Bayî kujeke şala te da ber xwe û hilda
Avête nava çavkanîyê,
Li kê derê ew dimilmile û di ro de diçe
Di nava pelên lûleperan ên li ser avê de
Mîna tevneke yaqûtên şîn.
Lê tu guh nadî wê,
Tilîyên te kaş û berkaş dikin kevzên
Li ser kevîya kevir a tejaneyê,
Pê re jî çavên te raçav dikin ewrên bilind
Gava ku ew dişêlihin di ser berûyên kesk re.
Tenyatî
Li binê kulîlkên şiloran sekinîne bilbil in;
Lê derya pena bûye li nava mijeke spîka hêkê,
Û xwe kerr kirine.
Wêneyê Şeva Havînê
Taveheyvê mişar kiriye baxçe,
Heta kevîyên xwe mişt e bi zîvê ku hildiçe,
Di ser re diçin, tarî dibin bêrmên masîyan,
Direvin bi çirayên biçûk ên şeytanî
yên ku vedimirin piştî kêlîyekê.
Belgên şilêran serav dibin, bedew mîna reşbûna
li ser zîvê lawaz î kevin,
Heyva Nandirûnê ji esmên de şor dibe giran giran,
Zebeşekî spî, balete lê ketî, dibiriqe bi gef û gurr, foqilede.
Pencereya te sorezer e li ber taveheyvê,
Geş dike mîna lempeyeke li paş şaxên erxewana pîr,
Dişuxule mîna lempeyeke li ber perestgehekê,
Perestgeha biçûk, xerîbdost, nas,
Ku bi rêzgirî danîne nava qeremîtan,
Ên dîwarê baxçeyekî ku pirr hez kirine jê.
Ne Li Vir î
Îşev badîna min vala ye,
Sar û têhnî ne lêvên wê,
Bayê ku di pencereya vekirî re tê wê diefsirîne.
Vala û bê xêr, çîk û çirûskên wê kiz li ber taveheyvê.
Jûr mişt e ji bêhna xweş a seyr
A kulîlkên gûşîdara erxewanî.
Ji xwe re vediweşin li ber tîşkweşênîya heyvê
Û nermenerm ditepînine dîwêr.
Lê badîna dilê min hêmin e,
Û sar e, û vala ye.
Gava ku tu têyî, badîna min qûçtijî dibe
Sor û lerza pê xwînê,
Xwîna dilî bo vexwarina te;
Da ku mişt bike devê te ji evînê
Û çêja no-şêrîn a gîyanekî.
Tavsork
Gulên heşî
Rengê gulfam ê seyr ê porsêlenên Çînê;
Newaze – geşîya wan a mîna tirafê.
Lê, Delala min, ew e hêzerana şînê spîçolkî ye
Ku dimilmile bayîyane berev dilê min.
Havînên din –
Û sîsirkek dike çîrreçîrr li nava çêreyê.
Tavîyeke Baranê
Ji wê devejengîya baranê, ya ku fîtikan li rêzên tanan dide
Û dike ku şahrê bikine fişefiş,
Ez çi qasî hez dikim ji wê!
Û pelandina te ya li ser milê min
Gava ku tu xwe şîşî min dikî da ku sîwana min
Bikaribe te vegire.
Çingînîya dilopan a li ser hevrîşimê vezelandî.
Nûrenûra şil a ku tê di nava gulîyên kesk re.
Dagêrbûna ji Çîyayê Başûr ê Serhed;
Çûyîna bo Xanîyê Hu Ssǔyê Hezkirê Gir û Gazan;
Bihurandina Şevê bi Amadekirina Şerabê ve
Nivîsî Li T’ai-po
Em xwe berdidin ji girê yeşîmî yê keskegewr,
Heyva çîyê hevrêtîyê li gel me dike heta malê.
Em dizivirin û li pey xwe, li serfêza şiverêyê dinihêrin:
Kesk, kesk, esman; tixûbê keskê masîgiran ê berwarî
yê gir û gazan vêdise û betave dibe.
Destên me di destên hev de, em digihîjine xanîyê li nava zevîyan.
Gedeyên çûçkanok hildidin vedikin derwazeyê
ji çiqlên daregivîjan,
Şiverêya bêdeng çivan dide xwe li nava bambûyên tarî,
Dargerînkên geş ji keskê teze xwe di cil û bergên me didin.
Gotin û qisedanên me şên in, kana hêsabûnê ne.
Çêjeke xwe ya xweşbêhn e berkemal heye, şerabê!
Em armûşkên
wê bi dilnîyayî dêris dikin.
Bo demeke dirêj em stranan distrên; em teraneperdaz wan distrên
bo bayê di nava darekajan de.
Pê re pê re stran diqedin, stêrkên di Robarê Biheştê de
dimînin çend heb.
Serî çîçkekî li min mest e. Hevalê min hema ketiye
ber bayê dinyayê.
Bi rastî, em wisa li tirazan dixin ku em her du jî ji bîr dikin
vê çerxa aloz, cîhanê.
Reşêle
”‘Ez nikarim derkevim,’ got reşêleyî.”
Rêwîtîya Hestyar a STERNE.
Heta hetayê ew dîwarê mihesereya mandegar
Ê xwebûnê bo gîyanê min ê dexezar bendîxane ye,
Ez qet nabînim ewrên spî yên gewre bê çawa ye
Bikevine ber bayekî girdan, ku ne ji pencereya caxdar
A biçûk a zindana min be. Ez êxsîr im, bendewar,
Jîna min a derve tev de qulikeke çarçik e basko ye,
Lakêşe ye; di nava pirtikek kaxiza parşîmen de ye,
Veristî û pêçpêçî wek gulokek rîsê ristî pêçbar.
Agirê hizrên min vemirîye, reşbîn in tev de
Ji bela ku her tim ên min in, baskên sewdaserîya min
Weşîyane û pûrt û perik pîrepîreyî bûne.
Ez diçerçirim seba xwezîyên qet kifş nebûyî di hev de,
Seba bengînîyên xerîb, sêwrên ku seyr in
Wekî, ji rojekê re çi, bibime keseke ku bi tehrekî din e.
Maladie de l’Après-Midi*
Çima çeqçeqa kaşkeyeke hespan a durêzînî
Ya di rê de
Wisa min posîde dike?
Deng dadiweşîne hewayê
Bi derbên yekaheng,
Diltengker û bênavbirrî.
Ne tava rojê ya çilka zêr jî,
Ya ku dixurice di nava pelên misîzer û kesk ên berûyan re,
Ne teşîya argon a dareserwîyekê
Ya mêwa japonî ya Virginiayê jê re bûyî kolos,
Ne jî şewq û şemala bixumînî ya hewayê,
Dikare sewsîtîya min dayne.
Kaşke hêdîka diçe,
Bi leza meşê dilive bê deng û his,
Pê re jî derbên yekaheng ên deng
Min diêşînin,
Pê re jî dikin ku ti namîne ez bigirîm bi hîskehîsk.
* (Bi Fransizî) Acizîya Piştî Nîvro. (nîşeya wergêr)
Baristanî
Deryaçe polareng û qehweyîyê sor e,
Û partek ewrên dilguvêş zûka bi kufekuf dibeze di esmên re.
Çi qewî te hilbijart ku tu werî veşartin
Di vê gorristana biçûk e li ber qeraxa deryaçeyê de.
Beyanîyên şîn her tişt zehf xweş û geş e,
Beyanîyên Havînê,
Beyanîyên Payîzê yên kaw û kubar ji tavê.
Lê çaxa Zivistanê, di barroveyên sar de,
Dema ku piç ba tinebe,
Û berf dike xumînî çi qasî dibare!
Kêlegorr di nerma xwe de dibirûsin di hingorê de
Heçku hatibine perixandin bi fosforê.
Rêya rasteser berejorî girekî,
Di nava dehl û dirran re diçe –
Ez ê bidime ser rêya deryaçeyê,
Di wir re ez dikarim bileztir bajom.
Zemanekî te hez dikir bi min re bajoyî –
Bo çi mirin vî tiştê tirsnak bi te re çêdike?
Şîrq! – Qîrç! – simên hespê min li keviran diqelibin.
Hema li tanga çivangehê xanîyek heye.
Siwarên Pîrê
Perava Deryaçeya Michiganê
Siwarên pîrê kirine çîzeçîz li nava darên kiz,
Û min gote xwe qey ew qerqodeyên spî yên biçûk in
Ku tevî kemançeyê dijenînin bi cotek hestîyên tilîyan.
Cara dawîn kingê bû Çermesor li vir meşîyan,
Bi pêyên hilû teletel xîz çap kirin?
Cara dawîn kingê bû Çermesor li vir mirin
Û xîzên bixuşexuş hestî bi hestî ew rêş kirin bi xîjexîj?
Çermesorên mirî yên li binê xîzan, ku hestîyên xwe dijenînin
li ber tayên morîdiravan.
Rehên darên terr, teze pê ketin gorrên wan kirin xirxirk,
Lê li nava gulîyan veniştine qerqodeyên biçûk
Ên ku bi kirrekirr binorîyeke dilşewat digerînin
di nava şeva Gelawêjê re.
Berê Guvika Bayî Bi Başûr Ve ye
Min girt pelên te hilandin,
Yeko yeko:
Pelên derekî yên fireh, req;
Ew ên biçûktir,
Çend xweş e mirov wan bipelîne, rehrehkî bi şivîyên xemrî;
Pelên hundir î vemiştî.
Yeko yeko
Min tu raqetandî ji pelên te
Ta ku tu rabûyî ser xwe mîna kulîlkeke spî
Ya ku nermika vediweşe li ber bayê êvarê.
Kulîlka spî,
Kulîlka ji şimayê, ji yeşîm, ji heqîqê bê reh û şivî;
Kulîlka rûxarên xwe qeşa,
Sîyên xwe hino hino argon.
Li kê dera tevayîya bêxçe heye kulîlkeke welê?
Stêrk li hev dibine perwar di nava pelên leylaqan re
Da ku li te temaşe bikin.
Heyva dagêrbûyî te dibiriqîne bi zîv.
Qeysa bişkojê di xarûfê re naçe.
Çu tişt nîne ku hinkûfê bişkojeke spî be,
Her bi çi rengî be, û her çi be,
Perdax kirî li ser destê taveheyvê,
Ne bi destê xwe li ber bayekî nermemilmilî.
Rezber, 1918
Ev piştînîvro rengê avê bû, a ku dadirijîya di nava
tavê re;
Dar diteyîsîn bi geremola pelan re;
Peyarêk dibiriqîn mîna bihurên pelên kevotan ên werandî,
Û xanîyan di wan re meydanek kir keneken di gorrepanê,
pencereyên vekirî re.
Li binê dareke li seyrangehê,
Du gedeyên çûçkanok, xwe xûz kiribûn û ser î di ber de,
Pê ketibûn semtika qerehubur berhev dikirin ji xwe re
Wekî tê kine qutîkeke karton.
Wê roj bê û koka şer biqele,
Paşê ez ê bigirim vê piştînîvroyê derxim
Û wê biqulibînim di nava tilîyên xwe de,
Û şirove bikim çêja wê ya xweş li ser esmanê devê xwe,
Û dereve bikim cureyê biqirpeqirp ê taxeyên wê yên pelan.
Îro ro ez bes dikarim wê berhev bikim
Û tê kime çenteyê xwe yê xurek,
Ji ber ku dema min tine ji ti tiştî re
Ji bilî ku ez xwînê ji xwe berdim da ku xwe hevseng bigirim
Li ser cîhaneke dêran.