Hewldanê dagirkirina dewletê Îran-Tirkiyê bi hevpar li ser Qendîl vê rewşê îfade dikê. Ji bo gelê Kurd nêzikatiya li hember van êrîşên dagirker ji ber wê sedemê wê bibê azmûna yekitiya Kurd. Eger gelê Kurd van êrîşan bi helwesteke netewî pêş wazî bikê û li dijî vê tifaqa gemar derkevê wê demê karê vê azmûna netewî bi serkeftî derbas bikê. Berovajî vê rewşê jî wê mezin bi netewa Kurdistan bidê hûndakirin.
Carek din dijminê hemû nirxên hebûna Kurd yê wek dewleta Tirkiye û Îran ê wek di dîrokê de kiribûn dixwazin serkeşiya plansaziyên bê îradekirina civaka Kurd bi meşînin. Ji bo vê yekê jî tevahî nakokiyê xwe, hem yê dîrokî hem jî rojevî didin cemidandin. Ji ber ku mesele Kurd in… Dema mesele dibê Kurd ji bo neyarên Kurdan her tişt tê jibîrkirin. Di dîrokê de jî ev rewş wisa bû û îro jî berdewamkirina vê rewşê tê xwestin. Dema ev rastiya dîrokî li ber çav tê girtin û wate lê tê dayîn rewşa îro hîn baştir tê famkirin. Ji ber îroj ji dîrokê qut nîne û rastiya îro di dîrokê de veşartiye.
Hewldana dagirkirina Qandîlê ku dewleta Îran ê dixwazê pêş bixê li ser esasê vê tifaqa dîrokî ya Tirkiyê-Îran ê pêk tê. Bê guman ev tifaq îro hatiye nûjenkirin û li gor şert û mercên îro hatiye sererastkirin. Neyarê Kurd dizanin ku ne bi va tifaq û hevpeymana bê nikarin îrade Kurd tasfiye bikin. Ji ber dîrokê de van dewletan ev rê û rêbaz bikaranîne û encam jî girtine. Di salê 1639’an de bi peymana Qesra Şêrîn cara yekem parçekirina Kurdistanê jî encamê vê tifaqa dîrokî ye. Êrîşên îro ku ji aliyê Tirkiyê-Îran têne li darxistin ji ber van sedeman ji bo gelê Kurd rewşeke matmayî nine.Lê mizgînî li hemû civaka Kurdistan ku ev tifaqên gemar îro êdî nikarin îradeya ku ji aliyê tevgera azadiya Kurdistan û Rêber Apo ve hatiye afirandin bişkînin. Ji bo ku ev îrade îradeyeke ji pola ye.

Nawxazin Kurd xwedî statû bibin
Bê guman êrîşên dewleta Îranê yê li dijî Qendîlê bi tifaqeke berfireh tê kirin. Îran bi tena serê xwe nikarê li dijî PJAK û gerîllayên HRK şer bikê. Ev tifaq di bin pêşengiya Tirkiyê û Îran ê de hatiye çêkirin. Êrîşên dagirkirinê jî bi hevpariya va herdu dewletan tê meşandin. Ev rewş bi awayek eşkere jî derket holê. Bi awayeke berbiçav jî derkete holê ku leşkerên artêşa Tirkiyê di nav artêşa Îran de li dijî gerîllayên PJAK ê şer dikin. Lê aligirên vê tifaqê ne tenê evin. Wek din Hikûmeta navendî ya İraq ê û rêxistinê qaşo Îslam û Kurd wek Komala Îslamî jî di nav de ne. Herwiha hêzên navdewletî yê wek DYE(Dewletên Yekbûyî yê Emerika) sê meymuna di lîzin û li ser Tirkiyê rê alîkariya îstixbarî ji Îran ê re dikin.
Weke ku heta niha derketiye holê, ev rewş jî baş tê xuyakirin û famkirin ku armanca vê tifaqa berfireh ne tenê tevgera azadiya Kurdistan û PJAK e. Ev êrîşa dagirkerî rast û rast dixwazê hemû destkeftiyên Kurdistanê ji holê rakê. Ji ber vê hikûmeta başurê Kurdistan û destkeftiyên wê jî dikevine talukeyek mezin de. Dewletên statûkoparêz yê wek Îran û Tirkiyê vê peyamê aşkere didin gelê Kurd. Peyam jî bi statuya Kurdistan ve girêdayî ye. Ev hêzên xernexwaz vekirî dibêjin em nahêlin ku li çar parçeyên Kurdistanê civaka Kurd xwedî statû be. Piştî li bakurê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk a Kurdistan hate îlan kirin û hema bi lez û bez destpêkirina êrîşên li hember Qendîlê ji ber vê yekê ne tesaduf e. Ev êriş bersiva îlankirina Xweseriya Demokratîk e.

Stratejiya nû ya li dijî PKK’ê
Îlankirina Xweseriya Demokratîk, diyarkirina statuya Kurd li her çar parçeyê ye. Her wiha piştî îlankirina Xweseriya Demokratîk, daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep T. Erdogan jî vê destnîşan dikê. Erdogan dibêjê, „me stratejiya şerkirinê ya li dijî PKK’ê guhert“. Divê baş û bi tevahî were famkirin. Ev guhertina stratêjîk tenê leşker ji dewrê derxistin û polîs xistina dewrê nîne. Bê guman guhertinek bi vî rengî jî heye. Lê ya esasî weke ku ji aliyê gelek aqilmendên AKP’ê ve jî bê fikar ev konsept hate diyarkirin. Derkete holê ku konsepta ku li Srilanka li dijî gerilayên Tamîlê xistine meriyetê, dixwazin li Kurdistanê li gor şert û mercên wê bixin jiyanê.
Lê divê baş werê zanîn ku ne Srîlanka Kurdistan e ne jî Tevgera Tamilê weke tevgera azadiya Kurdistanê û PKK ye. Bila ev gotin şaş neyên famkirin. Ez rêzeke mezin ji tekoşîna Tamîliyan re digrim. Lê divê konjuktura navnetewî, herêmî û bi taybet jî cudahiya cewherê civaka Kurd û PKK baş werê dîtin. Pewiste Dewleta Tirkiyê, Îran û hemû dijminên Kurd her rusipiyî wek kalê xwe nebînin. Ev îradeya ku di bin pêşengiya PKK de hatiye afirandin hê dikarê 50 salî dî jî şer bikê û li berxwe bidê. Di dirêjkirina vî şerî de jî, divê baş werê zanîn ku ji Kurda zêdetir wê dijminên Kurdan hûnda bikin. Tiştekî ku Kurd zêde hûnda bikin nîne.

Seferberiya yekîtiya neteweyî divê
Di va şert û mercên îro de ji her demê zêdetir pewistiya gelê Kurd bi yekîtiyeke netewî heye. Piştî van êrîşên dawî jî vê rewşê hê zêdetir xwe da diyarkirin. Li hember hebûna netewa Kurd hemû dijminên Kurd dibin yek û êrîşen xwe yên dagirkirina Kurdistanê bê hempa dimeşînîn. Wê demê divê gelê Kurd jî rengê wî, fikrê wî îdeolojî ya wî çibê bila bibê pewiste bike vê seferberiya yekîtiya netewî de. Gava yêkitiya netewî ya yekem û giring jî li dijî hewldanê dagirkirina Îranê û Tirkiyê bi rihekî netewî bê şert û merc seknandin û helwest nîşandane.

Berxwedana Qendîl ya mezin ku ji aliyê PJAK û gerîllayên HRK’ê re hate pêşxistin di vê wateyê de zemînekî xurt jî, ji bo yekîtiya netewî avakir. Pewist e ev derfet baş were nirxandin. Eger yekîtiyeke netewî çênebê wê çi bibe? Gelê Kurd wê sed salî din winda bikê. Lê dema yekîtiyeke li ser bingehekî stratejiyekî netewî yê hevpar çêbibê jî, wê netewa Kurd mezin qezenc bikê. Wê tu êrîş jî nikaribin îradeya gelê Kurd bişkînin û civaka Kurd bê statu bihêlin.


ARTIN RONÎ / Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com