Dayika Emîne TAHIR, li pêşiya tabûra jinan, bi awayekî herî xwezayî, bi kincên kurmancî xemilandî, dimeşe, tifingeke bi qasî biksî di dest de ye; bi destekî bi textê bin lûleya tifingê girtiye û destê xwe yê din jî avêtiye qevda tifingê, ketiye pozîsyona parastinê. Serê wê bilind e û rûyê wê jî wêneyê Azadiya Kurdistanê nîşan dide. Mirov dibêje qey axa Kobanê ya esmer vejiyaye, bûye dayika Emîne. Lewre axa Kurdistanê, wekî roja mehşerê ji gorê rabûye û diqîre; ji me kurdan re dîroka 15 hezar salan dilorîne! Yên ku vê lorîna qedîm nebihîzin; ker, lal û sewsî bûne ku ji nirxên xwe yên pîroz dûr ketine. Hezkirina ji axa pîr û kalan encax ewqasî watedar û ji kûr biqîre!
Wêneyê dayika Emîne TAHIR, berxwedêriya jinên kurd a tevahiya dîroka Kurdistanê, xwezahiya erdnîgariya Kurdistanê, ronahiya Rêber APO û ruhê serkeftinê bi aşkerahî radixe pêş çavên cîhana bêdad.
Ji lewre jî ez dibêjim ev wêne, wêneyê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û ew ê mohra xwe li sedsala 21’emîn bi xe. Heke ku em sax bin, em ê wê rojê bibînin ku em ne sax bin jî, neviyên me dê bi wan rojên azad û bextewar şa bibin.
Kurdên ku pişta xwe dane dijminan û kumê bêxîretiyê dane serê xwe, bila li wêneyê dayika Emîne TAHIR binihêrin û tenê deqeyekê bifikirin, belkî damarên xîretê lê rabin…
Ez jî ji binê girtîgehê dibêjim;
Ey dayika Emîne TAHIR!
Xwezî min bikariba xwe bigihîştanda cem te; her du destên te yên qusiyayî, ew erda terikî ya bin wan lingên te yên bi xîret maçî bikira, wê gavê ku ez bimiriyama jî dê qet ne xem bûya!
CEBRAÎL VURAL / Ji Girtîgeha Tîpa T yaTokatê