Lê belê em dibînin, di desthilatdariya tekoşînên bawerî û netewiyetan de, pirr hatiye bikaranîn. Ji bo fermanek were dayîn, divê desthilatdariyek hebe, hêza leşkerî, siyasî û aborî hebin. Me  got, desthilatdarî lê belê di hemî ol û baweriyan de, divê helal, heram û dad jî esas were girtin. Her wiha di tekoşînên netewan de, divê demokrasî û wekhevî jî hebin. Du tekoşînên esas hene:


1 - Ji bo mezlûm werin parastin, li hemberî zaliman û zalim li wan zilmê nekin.

2 -  Zalim li mezlûman  zilmê dikin û mafên wan binpê dikin.

Baş e, gelo mirov çawa dikare, zalim û  mezlûman ji hev binase? Ka werin em li: “Tekoşîna Hz. Îbrahîm û zalim “Nemrûd” binêrin:

Nemrûd li Rihayê desthilatdar bû,  hemî peywir û ferman di destê wî de bûn. Qaşo wî jî bi navê ‘dad’ê desthilatdariya xwe dimeşand, û ji xelkê re digot “ez padîşahê we me.” Li dora wî bi hezaran leşker û siyasetmedar hebûn. Lê Hz. Îbrahîm jî bi serê xwe li hemberî pûtan û Nemrûd rabû. Lewma Nemrûd fermana ji holê rakirina Hz. Îbrahîm da û bi awayekî zalimane Hz. Îbrahîm avêt nava Agir. Hz. Îbrahîm neçar ma ku ji ber zilma Nemrûd bibe muhacir û berê xwe da Welatê Ken’anê. Mixabin ev zilm û zordarî heya dewra Hz. Muhamed (s.X.l) tê û hê jî berdewam e.

Lewra ku tekoşîna Hz. Muhamed û Ebûcehîlan destpê dike. Hz. Muhamed jî bi fermana Xwedê Teâla tekoşîna ji bo parastina mafê Mezlûman dide destpêkirin, li hemberî  Ebû Sufyanan. Lê belê ew naxwazin peywira di destê Mekeyiyan de, têkeve destê Hz. Muhamed. Ji ber zilm û zordariya wan, Hz. Muhamed neçar ma ku bibe muhacir û koçî Medîneyê bal Eşîreta Ensariyan bike. Li vir dewleta Îslamê ava dike û  peymana Medînê îmze dikin. Lê piştî wefata Hz. Muhamed di Xelîfetiya Îmamê ‘Elî de Mawîye yê lawê Ebû Sufyan ku walîtiya Şamê dikir li hemberî Hz. ‘Elî rabû.

Di dawiyê de ji hêla ‘Evdirehmanê Mulcem ve, Hz. ‘Elî hate Şehîd kirin. Mawîye bû xelîfe û peywir û erk hemî ketin destê wî.  Lewra Yezîd ê kurê xwe kir fermandarê leşkerî. Di serhildana zarên Hz. ‘Elî, Hz. Hesen û Hz. Huseyîn  de, malbata wî û Ehlê Beyt (malbata  Hz. ‘Elî) kuştin. Sed heyf û mixabin di piştî van bûyeran re, em dibînin ku, Ola Îslamê ji xwe re kirin “ola seltenat, padîşahtî û koşk û serayan”. Lewma ji wê demê û vir ve  ferman û biryarên bi navê ol û baweriyan dan û hê jî wusa dewam dikin. Lewma di nava Umeta Îslamê de, fitne û ewaniya bi navê mezhheban destpê kir. Wek Mezhebê Şîa û Sunî, li hebberî hev û him jî li hemberî civakên xeyrî mislim jî bi kar anîn. Xiristiyan, Ezîdî, Elewî û netewên mayîn bûn qurbanê wan, dema ku karê wan qediya, îcar berê xwe dan Kurdên  Sunî, Elewî û Êzîdî, lewra ev karesatên ku kesa nedîtî bi serê me de anîn.

Zalima di şerê Çaldiranê  de  bi hezaran kurdên Elewî tune kirin. Îcar piştî Osmaniyan desthilatdariya Kemalîstan dest pê kir. Bi fermandayîna xwe li Koçgiriyê, li Agiriyê, di serhildanên Şêx Seîd û Seyid Riza de Kurd tine kirin. Xwestin ku carna bi navê  olê û baweriyê, Kurdên Ezîdî û Elewî jî ji holê rakin. Carna bi navê modernîteyê Kurdên Sunî bi komelî kuştin. Medrese û zimanê me Kurdan qedexe kirin. Çawa di Dîyaneta Tirkan de, baweriya  gelê me yê Elewî û Êzîdî  qedexe ye, her wisan di fermiyetê de  Mezhebê  Îmamê me Şafi’iyan jî tine kirin. Sedema wê jî bi tenê ew e ku bi pirranî Kurdên Sunî girêdayî  Mezhebê Şafi’î ne. Lewra ku Tirk dibêjin, “yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek al, yek Mezheb.” 

Ez li vir dixwazim vê bibêjim hin kes û ‘niviskarên me’ dibêjin, bi navê Ola Îslamê Kurdên Ezîdî û Elewî, dikujin rast e, lê belê bi navê Îslamê, Kurdên Misilman jî dikujin. Yanî di kuştinê de ti ferqê naxînin navbera Kurdên Elewî, Êzîdî û Misilman.  Mînak Şêx Seîd Kurdekî ‘Sunnî û Mela’ bû, bi tevî 47 hevalên wî bi dar ve kirin. Piştî Şoreşa  Azadiyê, bi hezaran gund şewitandin û serê zarokên me jêkirin, ma ne pirraniya wan Misilman bû! 

Li vir mebesta min ne ew e ku ez bi tenê Kurdên Misilman biparêzim, lê ez dixwazim bi bîr bixînim ku di vir de ne bi tenê Kurdên Elewî an jî Kurdên Êzîdî dikujin û qir dikin. Lewra rastî  ew e ku zalim bi fermandayînên xwe dixwazin me bi hev re tine bikin. Jixwe ti carê ferqê naxînin navbera me û nabêjin ev “Sûnî, Elewî an jî Êzîdî“ ye. Lewra li vir Mezheb an jî Ol û Baweriya me Kurdan çi dibe bila bibe, dema ku em bibêjin em xwedan doz û Netewa xwe ne, em ziman û mafê xwe û azadiya xwe dixwazin û koletiyê napejirînin, hingê zalimên desthilatdar me dikujin û mal, milk û namûsa me talan dikin. 

Li Kobanê, Amed, Şengal û Hewlêrê zalim û zordar, azadîxwazên me yên xwediyê doza xwe, bi wayeke hovane dikujin, malên wan talan dikin, mal û canê wan ji bo xwe helal dikin. Ên ku dixwazin gelê me ji holê rakin, DAÎŞ, Fetulahî, AKP´yî, Rejîma Îranê ne. Em jî li dijî zilm û zordariya wan bi mêrxasî li ber xwe didin û em bûn yek. Ez ji Xuda re pesindar im, ku wek Kurdekî di bin zilma Dewleta Tirk de, min bi salan zîndan û  penaberî  dît. Şukrên bêhed û bêhisab ji Xwedayê Mîhrîban re ku wesyeta mamoste Şêx Ehmedê Xanî hate cih. Çawa ku mamoste li ser yekîtî û tifaqa me Kurdan gotiye:


Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêk ra bikira me înqiyadek

Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
 Hemiyan ji me ra dikir xulamîTekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘îlm û hîkmet Seyda dibêje; ger tifaqeke me hebûya, rêxistinek me hebûya, em ti carê nedibûn bindestê dagirkeran, ilm, dîn û zanîn jî me tekmîl dikir. Me dît ku canfîdayên me Kurdan, zarokên rojê û agir ji Qendîl, Kobanê û ji Hewlêrê hatin hewara birayên xwe. Birano mala we ava be, em minetdarê we û Mîmarê we ne. Êdî ola me, baweriya me Kurdan çi dibe bila bibe, em dibin sîwana netewiyetê de bûne yek. Ez hêvîdar im ku hemû serok û rêberên me, hizb û partiyên me werin bal hev û vê yekîtiya me bihêztir bikin. Her wuha em ji hemû şehîdên azadiyê re bi teybetî jî, ji yên Kobanê û Şengalê re, ji Xuda rehmet, ji gelê me re jî sersaxiyê dixwazin. Bi hêviya rojên azad û serfiraz.


Feyzî MÎRHESEN / Endamê Civaka Îslamiya Kurdîstan