Jinên Kurd, bi vê armancê, cara yekem di sala 2010'an de li bajarê Bakurê Kurdistan Amedê yekemîn  konferansa neteweyî ya jînên Kurd li dar xistin.  Di pey re; di 22'ê Gulana 2012'an de vêcarê jî li bajarê Basûrê Kurdistan Hewlêrê duyemîn Konferansa Neteweyî ya jinên Kurd pêk hat.  Vê konferansê mohra xwe li pêsketinên erênî yên di warê jinan de, li salê xistibû. Ji Bakur, Basûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistan û Ewropayê, bi qasî 186 jin besdarî konferansê bûn.. Jinan di wir de îfade kiribûn ku, her çiqas her yek ji wan ji parçeyên cûda ne jî, hezkirina wan yek e.

'Hezkirina wan yekitiya neteweyî'ye.
Belê çawa di her warên têkosînê de jinên Kurd pêsengiyê dikin, di sekna pêkhatina yekitiya neteweyî de jî jin pêsengiyê dikin.
Jinan di dawiya konferansa neteweyî de anîbû ziman ku ewê plansaziya konferanseke jinan a Rojhilata Navîn bikin..  Û niha Konferansa Jinên Rojhilata Navîn li dar dixin.  Bi lidarxistina vê konferansê sekna xwe ya biryardar dixin pratîkê.  Pistî hewldanên berfireh ên jinên Kurd, li Amedê ji çar parçeyên Kurdistan, welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê bi sedan jin têne cem hev.
Amed dilê Kurdan.. Amed bajarê serhildana jinên Kurd. Wê bi vê konferansê dengê jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn bigihînin cîhanê... Jinên Kurdistan û herêmê ku di encama polîtîkaya hêzên serdest ên li herêmê bi kar tînin, rastî her cure binpêkirin, sidet û tinehesibandina zayendî tên, di pergala baviksalarî de têne perçiqandin, dengê wan tê qutkirin, lasê wan tê dagirkirin, wê li Amedê vê hêrs û kîna xwe bi yekitiya xwe ya li dijî van kirinên plankirî yên navneteweyî li ser beden û axa wan têne mesandin, biqîrin û dersê nîsanî wan bidin.. Mîna hêrsa Sakîneyan.
Çawa ku li zindana Amedê tifî ser rûyê îskencekar Esat Oktay kiribû.. Jin wê bi vî rihî bersivê bidin hêzên li çar parçeyên ku axa wan dagîr kirine, dixwazin bedena wan jî dagîr bikin.
Wê vê yekê, ceribandinên xwe bi jinên Rojhilata Navîn  û jinên din re parve bikin. Wê bi vê yekitiya herêmî bersiva komkujiya Parîsê bidin.. Wê biryardariya xwe ya xwedîderketina li riya Sakîneyan nîsanî kiryarên komkujiyê û hemû hêzên serdest bidin.
Ji 31'ê Gulanê 2'yê hezîranê wê dilê me û guhên me li Amedê be.

EVÎN RONÎ