Roja 31’ê Gulanê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin çêkir. Ev serdan careke din îsbat dike ku Hewlêr wekî Stenbol û Qeterê navendeke Îslama radîkal a siyasî û çekdarî ye. Ji ber ku heya niha her serokê opozîsyonê, piştî hilbijartina xwe diçe serdana Hewlêrê. Beriya niha Ehmed EL Cerba, Xalid Xoce jî çûbûn Hewlêrê. Dîsa hatibû eşkerekirin ku Erebistana Siûdî 8 mîlyar dolar ji PDK`ê re şandine û heya niha PDK`ê derbarê vî pereyî de daxuyanî nedaye.

Enes Ebdê her weha bi Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin çêkir. Di dawiya hevdîtinê de Barzanî û Enes Ebdê gotin; “Divê hemî hêz tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bibin û ji bo paşerojê di avakirina Sûriyeyê de bi rola xwe rabin.” Herduyan piştevaniya xwe ji bo “pêşmergeyên Rojava” anî ziman û got, vegera pêşmergeyan pêwîst û girîng e.

Piştî van hevdîtinan Enes El Ebdê derket ser ekranên televîzyona PDK`ê û hewl dida ku xwe ji komkujiyên Şêxmexsûd paqij bike. Lê bila ji bîr neke ku her endamek koma wan bi îstîxbarateke cûda re dixebite. Ji ber vê ye ku Cenevre 1.2.3 dirêj dibe û encam nagire.


Têkiliyên bi îstîxbaratan re

Beriya 5 salan jî Enes El Ebdê û rayedarên PDK`ê li Fransayê civînek li dar xistin û piştî civînê rayedarên PDK`ê rapora civînê dan îstîxbarata Sûriyê ya Ezmanî. Ev rapora xwe li Stenbolê bi rêya faksê şandin navenda xwe ya li Sûriyeyê. Kesê ku rêkiriye kî ye?

Di belgeya îstîxbarata Sûriyeyê de kesê ku navê wî derbas dibe û ji Îstîxbarata Sûriyeyê ya Ezmanî re raporê rêdike Ebdilbasid Ebdilrehman Hemo ye. Ev kes serokê Partiya Yekîtiya Kûrdistanê bû, Gulana 2013`yan di bin navê projeya yekîtiya siyasî de tevlî PDK-S`ê bû. Partiya Ebdilbasid Ebdilrehman Hemo di nav PDKS`ê de heliya û xelas bû. Niha ev kes li Elmanyayê xebatên PDK-S`ê dike.

Belge di 17.09.2011`an de bi rêya faksê hatiye rêkirin. Reqema telefona faksê Stenbol xuya dike. Di belgeyê de xuya dike kû wê sîlehan di rêya Tirkiye û Iraqê re derbasî Sûriyê bikin.


Çima ENKS di nav de maye

Wekî ku di belgeyê de xuya dike di despêka damezirandina Opozîsyona Sûriyê de Enes El Ebdê cîh digre û lê belê di raya giştî de dernakeve pêş. Di van her du mehên dawiyê de derdikeve pêş û ev nêzî mehekê ye bûye serokê opozîsyona Sûriyê. Bi hatina Enes El Ebdê re du kesên ku bi tewambariya terorê û dijminê Kurdan  têne naskirin yanî Mihemed Elûş û Eshed Zohbî  di nav opozîsyonê de îstîfa kirin. Wekî tê zanîn Mihemed Elûş îtîraf kiribû kû li Şêxmexsûd li hemberî Kurdan sîlehên kîmyewî bi kar anîne. Eshed Zohbî jî gotîbû, li Sûriyê Kurd tinene û li Sûriyê mafê wan ew e ku nasnameya heywanan bigirin. Ev hemî kirinên van her du kesên ku li ser navê opozîsyonê diaxivîn li holê bûn, ENKS`ê xwe di nav opozîsyonê venekişandibû. Bi vê belgeyê, careke din eşkere dibe ku ENKS`ê xwe çima venekişandiye. Ji ber ku li ser navê hindek îstîxbaratan di nav opozîsyonê de cih digrin.


Ji bo rewakirina çeteyên xwe cih didin ENKS´ê

Bi hatina Enes El Ebdê û îstîfaya Eshed Zohbî û Miheme Elûş xuya dibe ku opozîsyona Sûriyê bi alîkariya hindek welatan dixwazin hemleyeke nû bidine destpêkirin. Hedefa vê hemleyê ew e ka çawa ew ê darbeyekê li QSD`ê bixin û QSD`ê asteng bikin. Berê wan li herêma Şehbayê ye. Ji ber ku hemberê Tevgera me di destê dewleta Tirk de ji bo bikaranînê tenê pêşmergeyê Rojava maye. Ji bo piştgiriya hindek welatan bigire hewl didin ku tevgereke nû weke di destpêka krîza Sûriyê bidine xuyakirin. Wekî di belgeyê de xuya dike ku civîna li Fransayê hatiye çêkirin bi tevlîbûna Fransa, Tirkiye, PDK û birayên Misliman.

Ev hevdîtina  Mesûd Berzanî û serokê opozîsyonê Enes El Ebdê, piştî operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê û Minbicê pêk tê. Wekî tê zanîn ku wezîrê karê derve yê dewleta Tirkiyê Mevlud Çavûşoxlû gotibû, “Quwetên me amade ne bila Emerîka dev ji QSD`ê berde,  bi hêza xwe ve li gel me cîh bigire em ê Reqayê rizgar bikin.“ Hewildan ew e ku bidine xuyakirin ev komên çete li hemberî Kurdan nehatine avakirin, di nav vê komê de Kurd jî hene û meşrûiyetekê bide komên xwe yê çete û alternatîfê QSD`ê bidine xuyakirin da ku karibin wan Rojavayê Kurdistanê li herêma Şehbade bi cîh bikin.



ELÎ MAZLÛM