Di vê navberê de du hesûdê ku yek xêra yê din naxwaze hatine gel hevdu. Mebest dewletaTirkiye û Îran e. Çi ji boTirkiyê çi ji bo dewleta Îranê Kurdistan paniya şile. Ya ku her du hesûda tînê gel hev ev mijare. Di despêka sala 2011 de pirotokola hewbeş di mijara îmhakirina tevgera gelê Kurd ji hêla her du dewletan ve hatiye îmzekirinê. Li gor vê pirotokolê nabê ku bi şêwazên dema bihurî bi PKK ê û PJAK ê re têkoşîn bê meşandinê lewra di vê pilanê de hin şêvazên nû hatine destnîşankirinê. A yekem divê êrîş bi mebesta îmhakirinê bê meşandinê. Duyem operasyon ne dem kurtî divê demdirêj bê bi rêvebirinê. Sêyem hêlên civakî û aboriye. Divê ev her sê hêl bi hevre bêne meşandinê. Di vê pirotokolê de operasyon nabe ku du an sê mehan berdewam bikê. Dûvre paşvekêşî bike belkû divê her cihê ku bigirin, bi çek û bi hêzên leşkerî bê dagirtinê. Di vê mijarê de ji ezmûnê dewleta Tirk bi berfirehî sûd hatiye girtinê. Herêmê parastina medya ku di bin desthilatdariya dewleta Iraqê nîne û heyanî hat û hêzî nekariya bi tena xwe vê herêmê kontrol bike. Bi hevkariyek bi vî rengî û bi bikaranîna teknîka şer hewldidin herêmê parastina medya dagirbikin. Di vê mijarê de jî Amerîka, Iraq û bi qismî jî, ji hikûmeta herêma Kurdistanê destûr hatiye girtinê.Ziraviyê vê operasyonê di civîna dijî terorê li Tehranê ku hate lidarxistinê hatiye mûnaqişekirinê. Antîpiropeganda li dijî tevgera gelê Kurd hem li bakûr hem jî li Rojhilatê meşandinê.Ev demek dirêje her dû dewletên Tirkiye û Îran hewldidin ku desteka gel ji bo vê êrîşê qezenc bikin di hêlêki de Kurdên wekî Kemal bûrkay re rê tê vekirin di hêla din de di mizgeftê bajar û gûndên rojhilatê Kurdistanê antîpiropeganda li dijî PJAK ê tê meşandinê. Diyare ku ev pilan di yek navend û bi yek zêhniyetê tê meşandinê.Di encam de dikarim bêjim kuTirkiye bêçarebûna xwe li hemberîxweseriya demokratîk û Îran jî, binketina xwe li kolanêTehranê de dixwaze bi şer li dijî gelê Kurd xwe bibizpizîne û ragihînê ku em ji bo perçiqandinê amadene lê mixabin ev hedefa wan bi berxwedaniyek bêhempa hate pûçkirinê.
Em werin ser mijara esasî
Dema ku dixwazim rola rayedarên başûrê Kurdistan binirxînim ev gotina dîrokî a Sezar tê bîra min ku digot, "Ma tu jî Brûtûs!".
Me Amerîka, Tirk, Faris famkir lê hûn çima. Di nav toz û dûmana şer de nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê di rastî de wekî berpirsê sipahê diaxive û dawet dike ku PJAK were û li Başûr siyasetê bike. We sekoya azadiyê li parka azadî (Silêmanî) di roja îro de kiriye sekoya mirinê. Bi sedan çalakên medenî û siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi zimanê wan Kurdistana Îranê li vê meydanê hepskiriye û tenê dengê wan çerxa feleka parka azadî dibihîze. Heta gelek caran hûn rê nadin ku çerxa felekê jî dengê wan bibihêze. Êdî ev serdem bidawî bûye birêz Nazim Omer. Bi qasî ku tu vê daxwaziyê li PJAK dikî ji xelqê ku li ber topbarana rejîma Îranê canê xwe ji destdidin an jî avare dibin xwedî derkeve. Eger rast goyî wezifeya te eve, ne ku tevgerek serbixwe û xwedî hêz dawetî marjînalkirinê bikî zikê gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê ji axaftinê bi vîrengî tijî ye. Bi cihê ku tu berdevkiya rejîma Îranê bikî ji xwe mukur were û gotinê xwe paşve bikişîne. Di baweriya min de Nazim Omer divê ji gelê Kurd ên li rojhilatê Kurdistanê lê borîna xwe bixwaze. Êdî serdema li pişt ve xencer lêdan û xapandina gelê Kurd bidawî bûye û îrada gelê Kurd ji her kesî re aşkere bûye. Tevgera PJAK xwedî şehîd û gelekî xwedî êşên pir kûre, tu hêz nikare vê mirate ya ku bi xwîna hêzaran keç û xortên Kurd hatine xemilandinê bê rêzî bike. Bi qasî salakî ye, tu çalakiyên leşkerî li hemberî Îranê pêk ne hatine ku bi be hinceta êrîşên Komara Îslamî ya Îranê li ser axa herêma Başûrê Kurdistanê. Ev dewleta Îranê ye ku şûrê xwe kişandiye û meydanê dixwîne. Her kes vê êrîşê dibîne û helwest raber dike lê Nazim Omer PJAK ê tevanbar dike. Ev bê vicdanî ye. Disa dubare dikim ku ev êrîş li ser deskeftiyê giştî gelê Kurd e û divê herkes bi hişyarî tevbigerê. Di encamê de di wê baweriyê de me ku PJAK qirşê xwe nade serbendên tu kesî û hêzî têkoşîna aştî û azadî xwaziya di refên a PJAKê de bi hêza cewherî a gel û gerîla tê birêvebirinê. Bê guman yê ku di encamê de serketiye Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye. Her wisa hêvî dikim ku Nazim Omer ji 17 Sibat ê û derkî sera ders derxistibê. Îro ji her demê zêdetir gelê Kurd li başûrê Kurdistanê xemxwarê gelê me li rojhilatê Kurdistanê ye. Hûn di vê vê rastiyê bibînin û li gor wê rastiyê siyasetê bikin.
www.navendalekolin.com